Almanyayê bangî welatiyên xwe kir: Ji Îranê derkevin

29-08-2025
Kehî Mehmûd
Nîşan Almanya Îran Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Almanyayê hişyariyeke da welatiyên xwe û bangê wan kir ku ji Îranê derkevin.

Wezaretê ragihand ku metirsiyeke "rastîn" heye ku welatiyên Alman "bê sedem" werin desteserkirin û bi cezayên giran werin cezakirin.

Ev hişyarî piştî biryara welatên Ewropayê ya ji bo ji nû ve sepandina cezayên li ser Îranê tê ku Tehranê jî li hemberî wê gef xwariye.

“Rewşa ewlehiyê xirab dibe”

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê îro di daxuyaniya xwe de hişyariya geştê ya ji bo Îranê nû kir û da zanîn ku welatiyên wê li wî welatî di metirsiyeke mezin de ne û divê derkevin.

Welatên "E3"yê (Brîtanya, Fransa û Almanya) duh ragihandibûn ku ji ber nepabendbûna Îranê ya bi peymana atomî ya 2015an, ew dê mekanîzmaya "Snapback"ê bi kar bînin û cezayên li ser Tehranê vegerînin.

“Dibe ku Îran bersivê bide”

Wezareta Derve ya Almanyayê amaje bi helwesta Tehranê kir û bi bîr anî ku berpirsên Îranê gelek caran gef xwarine ku heke ceza werin sepandin dê encamên wê hebin.

Wezaretê diyar kir ku dûr nîne berjewendî û welatiyên Alman bibin hedefa bersivdana Îranê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Metirsiyeke rasterast heye ku welatiyên Almanyayê bê sedem werin girtin, darizandin û cezayên giran li wan werin birîn.”

Her wiha hat tekezkirin ku ev metirsî bi taybetî li ser kesên xwedî du welatînameyan heye û hat bibîranîn ku berê jî gelek welatiyên biyanî li wî welatî bi awayekî kêfî hatine desteserkirin.

Wezaretê her wiha da zanîn ku Balyozxaneya Almanyayê ya li Tehranê bi awayekî "sînordar" xizmetê dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst