Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro diçe Tirkiyeyê.
Serokê Ragihandinê yê Serokkomariya Tirkiyeyê Burhanettîn Duran ragihand ku Serokwezîrê Almanyayê dê 29 û 30ê vê mehê (îro û sibe) li Tirkiyeyê be û li gel pêwendiyên her du welatan dê pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê bên gotûbêjkirin.
Burhanettîn Duran li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got:
“Serokwezîrê Komara Federal a Almanyayê Friedrich Merz dê li ser vexwendina Serokkomarê me Birêz Recep Tayyip Erdogan di navbera 29-30 Çiriya Pêşîn a 2025an de ji bo serdaneke fermî were Tirkiyeyê.
Di hevdîtinên ku dê 30 Çiriya Pêşîn de li Kuliyeya Serokkomariyê pêk bên de, pêwendiyên Tirk-Almanan dê ji her aliyî ve bên nirxandin û tê pêşbînîkirin ku wekî du hevalbend, gavên ji bo xurtkirina hevkariya me di warên cuda de, di nav de pêvajoya endametiya me ya Yekîtiya Ewropayê û pirsgirêkên ewlehiya herêmî û cîhanî, bên nirxandin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse