Hewlêr (Rûdaw) - Di roja 30emîn a şerê Rojhilata Navîn de, îhtimala şandina hêza bejayî ya Amerîkayê ji bo nav Îranê zêdetir dibe.
Tehran, Washingtonê tawanbar dike ku "li pişt perdeyê amadekariya êrişeke bejayî dike.” Di heman demê de Trump amaje pê dike ku kontrolkirina navendên neftê yên Îranê "karekî pir hêsan e."
Êrişa birûskayî li şûna dagirkeriya berfireh
Li gorî medyaya Amerîkayê, Washington li şûna dagirkeriyeke berfireh ku lêçûna wê ya mirovî û darayî zêde ye, li ser vebijarka "êrişeke birûskayî û armancdar" difikire.
Tê texmînkirin ku ev êriş bêtir peravên deryayê û giravên wekî Ebû Mûsa, Tunba Mezin û Tunba Biçûk li xwe bigirin.
Armanca sereke rûxandina wan çekan e ku gefê li keştîvaniya navneteweyî dikin.
Şandina 10 hezar leşkerên nû
Amerîkayê di heftiyên borî de hêza xwe ya li herêmê xurtir kiriye. Keştiya şer a "Tripoli" ya ku 3,500 leşkerên Marins hilgirtine gihîştiye herêmê.
Her wiha tê gotin ku Pentagon plan dike 10 hezar leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn da ku "derbeya dawî" li vî şerî bixe.
Generalê teqawîtbûyî yê Fransayî Jerome Pellistrandi got, "Amerîka zextan zêde dike çimkî her tişt li gorî plana wan neçûye. Lewma fermandariya Amerîkayê dixwaze vebijarkên zêdetir di destê wê de hebin."
Operasyona ji bo uranyumê meyandî
Yek ji vebijarkên herî hestiyar ên li ser maseya Trump, şandina hêzên taybet e ji bo kûriya Îranê da ku dest deynin ser 440 kîlogram uranyumê meyandî.
Fermandarê berê yê CENTCOMê Joseph Votel hişyarî da ku ev nabe "operasyoneke birûskayî" û hewceyî wext û amûrên giran e ku ev yek jiyana leşkerên Amerîkayê dixe metirsiyê.
Trump heta niha ji bo vê operasyonê razî nebûye, xasma piştî ku ji destpêka şer ve 13 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin.
Gefên 'dojehê' û berteka Tehranê
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt ragihand ku eger Îran dest ji bernameya atomî û gefên xwe bernede, Serok Trump amade ye dojehê bîne serê wan.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî Washington bi "durûtiyê" tawanbar kir û got Amerîka di demekê de behsa dîplomasiyê dike ku li pişt perdeyê amadekariya êrişa bejayî dike.
Lêkoler Michael Eisenstadtê ku li Enstîtuya Washingtonê kar dike pêşniyar dike ku Amerîka li şûna operasyona bejayî, mayînkirina Girava Xarkê wekî kartekî zextê li dijî Îranê bi kar bîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse