Li Vietnamê pira herî dirêj a ji camê ya cîhanê hate vekirin

30-04-2022
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Vietnam Pira Cam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pireke daleqandî bi dirêjahiya 632 metreyan di navbera lûtkeya du çiyayên Vietnamê de hatiye girêdan.

Bach Long navê vê pirê ye ku tê wateya Ejdehayê Spî. Yekem car roja Înê hate vekirin; di roja yekem de jî bala geştyaran kişand.

Geştyar Nguyen Thi Trang got “Destpêkê dema mirov gavê diavêje ser pirê û li xwarê temaşe dike di tirse, lê piştî demekê eger bi xwe bawer berdewam bikî, tiştekî nuwaze ye.”

Nîştecihê Bajarê Sonê La Bui Van Thach dibêje “Hêvîdarim geştyarên navxwe û yên derve bo vê xweşikbûnê bibînin bên serdana vê derê bikin û dahata navçeya me jî zêdetir bibe.”

Ejdehayê Spî bi bilindahiya 150 metreyan bi ser daristana sînorê bajarê Son La ya li bakurê rojavayê Vietnamê hatiye daliqandin.

Binê pirê bi camê hatiye çêkirin, di carekê de 450 kes dikarin di ser de derbas bibin.

Nûnerê Kompanya Cîbicîkar Hoang Manh Duy diyar kir “Ji bo geştyar ezmûneke herî baş bijîn, me bo pirê teknolojiya kontrolê ya bi xwe, otomatîk daniye.”

Vê pirê rekora pira herî dirêj ya ji camê hatiye çêkirin derbas kiriye ku berê pira herî dirêj  li bajarê Guangdong yê Çînê bû û dirêjahiya wê 526 metre ye.

Biryare meha pêş bi fermî ji aliyê Rekorên Cîhanê Guinness ve nasname bo vê pirê bê dayîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst