Li Zanîngeha Columbiayê lihevkirin çênebû: Avahiya îdareyê hat dagirkirin

30-04-2024
RÛDAW
Nîşan Zanîngeha Columbiayê Xwendekar Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Zanîngeha Columbiayê koma xwendekarên ku piştgiriya Filistînê dikin, ketin avahiya Hamilton Hallê.

Li Zanîngeha Columbiayê ya li New Yorkê  koma xwendekarên ku piştgiriya Filistînê dikin, bi rêvebiriya zanîngehê re danûstandin kirin lê belê negihîştin ti encamê.

Piştî ku ji mizakereyan ti encam derneket, xwendekar ketin avahiya Hamilton Hallê ya li kampusa zanîngehê.

Ji ber ku xwendekar ji piştevaniya ji bo Xezeyê ji ya xwe nehatin xwarê û wan qada kampê vala nekir, rêvebiriya zanîngehê cezayê disîplînê da xwenkaran.

Herwiha derbarê hinek xwendekaran jî biryara dûrxistina ji zanîngehê dat dayîn.

Komeke xwendekaran, li gorî saeta herêmî nîvê şevê avahiya Hamilton Hallê ya dîrokî dagir kir.

Li gorî New York Timesê, xwendekaran deriyê sereke yê avahiyê girt û dirûşma "Filistîna Azad" berz kir.

Nêzîkî du hefteyan e xwendekaran li kampusa Zanîngehê Columbiayê kon danîne û dibêjin heta ku xwestekên wan neyên bicîhkirin ew çalakiya xwe bi dawî nakin.

Daxwaza yekem a xwendekaran ew e ku xwendekarên ku ji zanîngehê hatibûn dûrxistin careke din karibin vegerin zanîngehê.

Daxwaza duyem jî ew e ku divê reveberiya zanîngehê pêwendiyên xwe bi kompanyayên ku têkiliyên wan bi Îsraîlê re hene bi dawî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst