Almanya dibe parêzvanê Ewropayê: 88 milyar dolar li parastinê xerc kirin

30-04-2025
Kehî Mehmûd
Nîşan SIPRI Almanya Xerciyên Leşkerî Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Almanyayê di sala 2024an de mesrefa xwe ya parastinê bi rêjeya ji sedî 28 zêde kir û derxist 88,5 milyar dolarî, bi vî awayî bû hêza çaremîn a leşkerî ya herî mezin a cîhanê.

Li gorî SIPRIyê ev zêdebûn, nîşaneya derbasbûna rola pêşen a parastinê ya Ewropayê ye.

Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) di rapora xwe ya nû de da zanîn ku Almanyayê mesrefa xwe ya parastinê di salekê de bi awayekî berbiçav zêde kiriye.

Li gorî raporê, Almanya 2024an bû welatê çaremîn ê cîhanê ku herî zêde mesrefa leşkerî kiriye. Ev bipêşketin, li gorî lêkolîneran "surprîzek" e.

Li gorî daneyên SIPRIyê, di sala 2024an de mesrefên parastinê yên cîhanî gihiştin 2,7 trilyon dolarî û bi vî awayî ji dema ku Şerê Sar bi dawî bû di sala 1989an de heta niha gihîşte asta herî bilind.

Budceya leşkerî ya Almanyayê di salekê de bi tenê ji sedî 28 zêde bû û gihîşt 88,5 milyar dolarî.

Bi vî awayî Almanya ji rêza 7emîn a ku di sala 2023yan de tê de bû, derket rêza 4emîn û Hindistan li pey xwe hişt.

Nêzikî hedefa NATOyê bû

Almanya di sala 2024an de ji sedî 1,9ê hilberîna xwe ya hundir ji bo mesrefa leşkerî veqetand.

Ev rêje, pir nêzîkî armanca ji sedî 2yan e ku NATOyê daniye pêşiya welatên endam.

Li gorî daneyên SIPRIyê, ji bilî Maltayê hemû welatên Ewropayê budceyên xwe yên parastinê zêde kirine.

"Di parastina Ewropayê de roleke pêşeng digire"

Li gorî lêkolînerê SIPRIyê Xiao Liang, Almanya ne tenê kapasîteya xwe ya leşkerî mezin dike, di heman demê de amade dibe ku di parastina Ewropayê de roleke pêşeng bigire.

Liang got, "Almanya, ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve cara yekem siyaseteke ewlehiyê ya bi vî rengî berfireh dimeşîne."

Di planên hikûmeta paşerojê ya Almanyayê de siyaseta parastinê cihekî girîng digire.

Di peymana koalîsyonê ya navbera Demokratên Xiristiyan û Sosyal Demokratan de, tê gotin ku "Ewropa û Almanya êdî neçar in ku ewlehiyên xwe bi awayekî berfirehtir dabîn bikin."

Piştgiriyeke mezin a ji bo Ukraynayê

Li gorî rapora SIPRIyê, Almanya ji sala 2022yan ve di nav wan welatan de ye ku herî zêde alîkariya leşkerî dide Ukraynayê.

Birêvebiriya Berlînê, heta niha ji bo Kievê çek û amûrê parastinê yên bi bihayê 28 milyar Euroyî şandine.

Beşek ji alîkariyan rasterast ji depoyên artêşa Almanyayê hatine dabînkirin, beşek din jî bi rêya piştgiriya darayî hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst