Hewlêr (Rûdaw) - Beşek ji Komariyan ên li Kongreyê û şêwirmendên Koşka Spî, Serokê Amerîkayê Donald Trump teşwîq dikin ku cezayên nû bi ser Moskowê de bisepîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi mehan e xwe ji sepandina cezayan dûr digire, ji ber ku bawer dike ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê dikare pêwendiyên berhemdar bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re deyne.
Trump bi giştî cezayan wekî zêdegavî û pir caran bêbandor dibîne.
Berpirsên Koşka Spî dibêjin Trump hîn hêvîdar e ku rê bide hevkariyeke aborî ya bi Rûsyayê re.
Ew cezayan wekî zêdebûna aloziyên bi Moskowê re dibîne, bawer dike dibe ku hêviya aştiyê di şerê 3 salî ya li Ukraynayê de têk bibe.
Li gorî gotinên alîkaran, bêhêvîbûna Trump a ji Putin rast e û her ku diçe tundir dibe.
Hat ragihandin, piştî ku Rûsya demên dawî êrişên xwe tund kiriye, Serokê Amerîkayê bi awayekî cidî li ser sepandina cezayan difikire.
“Li dû rêyên cuda digere”
Berpirsekî bilind ê Koşka Spî anî ziman:
“Ew her tim ji bo zextê li dû rêyên cuda digere, ew her tim bijardeyên xwe dinirxîne.”
Berpirsên Amerîkayê cezayên aborî yên nû yên li dijî Rûsyayê amade kirine ku sektorên bankayan û enerjiyê li xwe digirin.
Yek ji bijardeyên ku ji aliyê hinek şêwirmendên Trump ve tê piştgirîkirin ew e ku Trump yasayê qebûl bike yan jî herî kêm rê li ber wê negire ku meha borî ji aliyê Senatorê Komarî Lindsey Graham û Senatorê Demokrat Richard Blumenthal ve hatiye pêşkêşkirin ku ji sedî 500 baca gumrikê li ser berhemên welatên ku petrolê ji Rûsyayê dikirin bisepîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse