Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê li ser mijarên koçberiyê û Ukraynayê civiyan

30-06-2023
Zinar Şîno
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Koçberî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok, Serokwezîr û berpirsên payebilind ên welatên Yekîtiya Ewropayê li ser çend mijarên wek koçberiyê û Ukraynayê civiyan.

Di civînê de alîkariya zêdetir ji bo Ukraynayê, rewşa aboriyê ya Yekîtiya Ewropayê, peywendiyên bi Çînê re û siyaseta koçberan hatin gotûbêjkirin.

Siyaseta koçberiyê ya li Fînlandê sedema sereke ya avakirina kabîneyê bû. Serokwezîrê Fînlandê ji Rûdawê re got, “Rewşa Deryaya Spî gelekî xirab e.”

Serokwezîrê Fînlandê Peter Orpo got, “Ev yek di rojeva hikûmeta me ya nû de heye û me ji bo vê dest bi xebatê kiriye. Lê teqez pêdiviya me bi xebateke hevpar û hevsoz heye. Rewşa Deryaya Spî û welatên ser bi wê deryayê gelekî xirab e. Ez baş bi vê pirsgirêkê dizanim ji ber ku min di salên 2015 û 2016an de wezîrtiya navxweyî kiriye û ez dizanim ev pirsgirêk çi krîzê çêdike. Ji ber vê yekê hemû serkirdeyên welatên endam ji bo çareseriyeke mayînde dê bi hev re bixebitin.”

Serokwezîrê Swêdê jî di bersiva Rûdawê de ragihand ku ew dixwazin rê li ber çûyîna bêhtir koçberên "neqanûnî" bigirin.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson got, “Ez dibêjim pir girîng e ku em bi rastî mirovên ku têne Yekîtiya Ewropî biparêzin. Lê em nikarin rê bidin ku bê destûr bên Ewropayê û di şert û mercên ku nayên qebûlkirin de bijîn. Ji ber vê yekê niha ev yek ji nêrînên sereke ye li Yekîtiya Ewropî ku divê em çareseriyekê ji pirsa koçberiyê re bibînin, ji ber vê yekê ez dibêjim ku em ê karekî baş bikin.”

Serokwezîrê Bulgaristanê Ludovit Odor jî Rûdawê re got, “Em piştgirekî xurt in ji bo hevahengiya hevbeş ligel welatên bingeh, lewma em piştgiriya diyalogeke pir nêzîk bi Balkana Rojava re dikin û amade ne ku proseya yekkirina Balkana Rojava bilez bikin, ji ber ku ev ne tenê pirsgirêkeke aborî ye, her wiha metirsiya jeopolîtîk ji bo Yekîtiya Ewropayê derdixe holê.”

Seroka Komîsyona YE Ursula von der Leyen jî got, “Trajediya li Deryaya Spî rû da careke din nîşan da ku qaçaxçî çiqasî bêrehm dixebitin. Ez sê raporan pêşkêş dikim ji bo bihêzkirina sînorên me da ku em bikarin li ser tevahiya sînorên derve yên Yekîtiya Ewropayê bibin xwediyê heman rêvebirin û parastinê. Ya duyemîn jî têkoşîna me ya li dijî qaçaxçiyên mirovan û bazirganên miroavan e. Ya sêyemîn ji bo aramkirina aboriyên welatên ku koçber jê tên pêk tê, ji ber ku ev baştirîn rê ye ji bo misogerkirina koçberiya hevseng û yasayî û rêyeke ji bo şerkirina li dijî çalakiyên qaçaxçîtiyê.”

Siyaseta koçberiyê ya Yekîtiya Ewropayê yek ji mijarên herî tevlîhev û nakok e ku li ser mekanîzmayek û sîstemeke hevpar lihevkirin zehmet e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst