Stratejiya nû ya Ewropayê: Ji bo kêmkirina koçberan şertên kar tên zehmetkirin

30-08-2025
Hêmin Ebdullah
Hinek koçberên li Ewropayê / Wêne: Arşîv
Hinek koçberên li Ewropayê / Wêne: Arşîv
Nîşan Awisturya Almanya Brîtanya Koçber
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Awisturya, Almanya, Brîtanya û Îrlandayê ji ber zexta komên dijî koçberan, hikûmet şêwazên nû ji bo rêgirtina li hatina koçberan bi kar tînin.

Welatên Ewropayê êdî ne tenê li ser sînoran disekinin lê dixwazin li hundir jî mekanîzmayên nû bi cih bînin da ku koçberî ne balkêş be.

Şertên kar tên zehmetkirin

Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Aboriyê ya Londonê, hikûmet hewl didin ku şertên karkirinê ji bo koçberan di piraniya sektoran de zehmettir bikin.

Wekî mînak, mercên nû datînin ku li gorî wan divê xwedîkar pêşî derfetên kar pêşkêşî bazara navxweyî bikin.

Tenê heke ji navxwe kes serlêdan neke, wê demê dikarin li anîna karkeran ji derve bifikirin.

Lê belê, ev tedbîr li hin welatan dibin sedema pirsgirêkên nû.

Ji ber kêmbûna hêza kar a navxweyî, hikûmet ditirsin ku ev polîtîka di demeke dirêj de bandoreke neyînî li ser aboriya wan bike.

Rêya navîn a Almanya û Brîtanyayê

Almanya û Brîtanya ji bo vê pirsgirêkê rêyeke navîn dîtine. Ew piştgiriyê didin hatina karkerên yasayî û jêhatî, lê di heman demê de li hundir kontrola bazarê tundtir dikin da ku rê li ber "karê reş" û karkirina neyasayî bigirin. Bi vê yekê, ew dixwazin daxwaza koçberan a ji bo hatina bi awayekî neyasayî kêm bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst