Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di destpêka gera xwe ya aştiyê ya girîng a ji bo Îsraîl û Misirê de got, "Şerê li Xezeyê bi dawî bû."
Trump di daxuyaniyeke xwe de ji rojnamegeran re di balafira serokatiyê "Air Force One" de di destpêka gera xwe ya "gelekî taybet" de, dilgiraniyên li ser agirbestê û peymana berdana dîlan a di navbera Îsraîl û Hemasê de red kirin.
Trump li ser pirsa gelo ew piştrast e ku şerê di navbera Îsraîl û Tevgera Hemasê ya Filistînî de bi dawî bûye, got, "Şer bi dawî bû, baş e? Hûn fêm dikin?"
Li ser pirsa gelo dê agirbest berdewam bike, wî got, "Ez bawer dikim ku dê berdewam bike.
Ez bawer dikim ku xelk jê westiyaye. Ev sedsalek e ku berdewam dike."
Trump îro dê Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) gotarekê pêşkêş bike.
Trump oişt re dê biçe Misirê û li wir bi Serokê wî welatî Ebdulfetah Sîsî re serokatiya lûtkeyekê bike ku zêdetirî 20 serkirdeyên cîhanî tê de beşdar dibin, da ku piştgiriyê bidin plana wî ya ji bo bidawîkirina şerê Xezeyê û pêşxistina aştiya Rojhilata Navîn.
Gera bilez a Trumpê ku ji bo cara duyem dibe serok, beşek jê ji bo pîrozkirina lihevkirina Xezeyê ye ku wî bi xwe bi planeke aştiyê ya 20 xalî di dawiya meha Îlonê de navbeynkarî kiribû.
Beriya ku Trump ji Amerîkayê bi rê bikeve, got, "Her kes ji bo vê kêliyê gelekî bi kelecan e. Ev bûyereke gelekî taybet e."
Berpirsên payebilind ên Amerîkayê pê re ne, di nav de Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Wezîrê Parastinê Pete Hegseth, Serokl CIAyê John Ratcliffe û berpirsê payebilind ê leşkerî Dan Cain.
“Dixwazim biçim nav Xezeyê”
Trump hewl dide hinek ji nezelaliyên mezin ên qonaxên bê çareser bike, di nav de redkirina çekdanîna Hemasê û pabendnebûna Îsraîlê bi vekişîna tam a ji herêma wêranbûyî.
Trump tekez kir ku wî "soz" ji her du aliyan û aliyên din ên sereke yên herêmê wergirtiye derbarê qonaxa destpêkê ya peymanê û qonaxên bê û got:
"Gelek sozên me yên devkî hene û ez bawer nakim ku ew bixwazin min bêhêvî bikin."
Serokê Amerîkayê her wiha got ku pêwendiya wî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re "gelekî baş e" û biland:
"Hinek nakokiyên min pê re hebûn ku bi lez hatin çareserkirin."
Trump diyar kir ku ew dixwaze di dawiyê de serdana Xezeyê bike, bêyî ku amaje bi wê yekê bike ka dê kengî karekî wiha bike û anî zimên:
"Ez pê serbilind im. Ez dixwazim qet nebe lingê xwe biavêjim nav Xezeyê."
Derbarê desteya nû ya birêvebirinê ya ji bo Xezeya wêranbûyî, ku li gorî plana Trump dê ew bi xwe serokatiya wê bike, got ku ew dê "gelekî zû" were damezirandin.
Lê wisa xuya bû ku ew ji planên xwe yên ji bo beşdarkirina Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair paşve gav avêtiye, ku ji ber rola wî di dagirkirina Îraqê ya sala 2003yan de li Rojhilata Navîn kesayetiyeke nîqaşbar bû.
Trump got, "Min her tim ji Tony hez kiriye lê ez dixwazim bizanim ka gelo ew ji bo her kesî bijardeyeke qebûlkirî ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse