Hewlêr (Rûdaw) - Li Efxanistanê rayedaran vê hefteyê li seranserê welêt xizmetên înternet û telekomunîkasyonê qut kirin.
Bi milyonan kes ji pêwendiya dîjîtal, kar û barên bankan û xizmetên bingehîn ên giştî bêpar man.
Saziyên şopandina înternetê NetBlocks, Kentik û Proton VPNê ragihand ku qutbûn şeva duşemê dest pê kiriye û tevahiya roja sêşemê berdewam kiriye.
Hem xetên sabît û hem jî yên mobîl ketin bin bandorê û şebekeyên telefonê jî ji kar ketin.
Ev yek piştî wê yekê hat ku Talîbanê di destpêka vê mehê de bi hinceta "pêşîlêgirtina kiryarên dijî exlaqê" li kêmî heft parêzgehan xetên fîberê qut kiribûn. Wê demê xizmetên mobîl berdewam dikirin.
Seferên asmanî hatin betalkirin, kar û barên bankan rawestiyan
Qutbûn di gelek warên jiyanê de bû sedema astengiyên mezin.
Li gorî BBCyê, roja duşemê Balafirgeha Kabulê hema bêje vala bû û seferên esmanî rawestiyan.
Li gorî daneyên Flightradar24ê, roja sêşemê gelek sefer hatin betalkirin an jî wekî "nayê zanîn" hatin nîşankirin.
Karûbarên bank û peredanê, belavkirina xwarinê û xizmetên perwerdeya serhêl (online) jî têk çûn.
Li Efxanistana ku keç li dibistanan nayên qebûlkirin, perwerdeya ji dûr ve amûreke girîng bû.
Malperên înternetê yên gelek wezaretan hatin girtin, hin kanalên televîzyonê ji weşanê ketin.
AP û AFPyê ragihand ku wan nikarîbû pêwendiyê bi buroyên xwe yên li Kabulê re deynin.
Banga Neteweyên Yekbûyî
Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Efxanistanê (UNAMA) roja sêşemê di daxuyaniyekê de bang kir ku xizmet demildest bên vegerandin.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku qutbûnê encamên berfireh ji sîstemên fînansî heta xizmetên tenduristiyê, ji hewavaniyê heta transferên pereyan, çêkirine.
Kordînatorê Alîkariya Mirovî yê NYyê yê Efxanistanê Indrika Ratwatte diyar kir ku ajans "di rewşeke gelekî zehmet de ye" û heta xetên sabît jî naxebitin.
Ratwatte got, "Em hewl didin bi rayedaran re têkiliyê deynin lê ew bi xwe jî di danîna pêwendiyê bi hev re zehmetiyan dikişînin."
UNAMAyê bal kişand ser wê yekê ku qutbûn hemwextî erdhejên dawî yên li rojhilatê Efxanistanê û vegera girseyî ya penaberan ji welatên cîran pêk hatiye û hişyarî da: "Sîstemên telekomunîkasyonê di demên karesatan de jiyanî ne. Qutbûna înternetê jiyanan dixe xeterê."
Çalakvana mafên jinan Sofia Ramyar got, "Qutbûna înternetê ya bi temamî gel îzole kir, bi taybetî dengê jinan bêdeng kir û tevahiya welêt xist nav tarîtiyeke dîjîtal."
Rojnameger Nîlofer Eyyûbiyê jî diyar kir ku ji ber qutbûnê 9 saetan nikarîbû pêwendiyê bi dayîka xwe re deyne û got, "Efxanistan vegeriya Serdema Kevirî."
Talîban her çend medyaya civakî û sepanên peyaman bi awayekî berfireh bi kar tîne jî, derbarê sedema qutbûna înternetê de ti daxuyaniyeke fermî nedaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse