Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çend kes înternetê bi kar tînin?

08-05-2025
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Abdulkadîr Uraloglu Înternet Torên Civakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 77,3 milyon kes înternetê bi kar tînin.

Ji wan jî 58,5 milyon kes torên medyaya civakî bi kar tînin û Instagram bi 58,4 milyon kesan di nav torê civakî di rêza yekem de ye ku herî zêde bikarhînerên wê hene.

Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu derbarê raporeke ku ji aliyê "We are Social û Meltwater"ê  ve  hatiye amadekirin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Uraloglu ragihand ku li gorî raporê 77,3 milyon welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê înternetê bi kar tînin.

Abdulkadîr Uraloglu eşkere kir ku di sala dawî de rêjeya ew kesên ku torên medyaya civakî jî bi kar tînin ji sedî 1,7 zêde bûye û giihiştiye 58,5 milyon kesan û got, "Ji sedî 4,5ê bikarîhîneran jin û ji sedî 53.4ê wan jî mêr in."

Uraloglu amaje bi wê yekê da ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê  bikarhîner bi awayekî navendî rojane 7 demjimêr û 13 xulekan dema xwe li ser înternetê derbas dikin û got:

"Bikarhîner her roj 2 demjimêr û 43 xulekan û mehane jî bi awayekî navendî 7,6 demjimêran li ser torên medyaya civakî wexta xwe derbas dikin."

Uraloglu diyar kir ku bikarhînerên medyaya civakî herî zêde li ser hesabên xwe heval, malbat, naskirî û   malperên wan berhemên ku li ser wan toran tên firotin dişopînin.

Torên civakî

Abdulkadîr Uraloglu ragihand ku bikarhîner herî zêde ji bo xwendina nûçeyan, pêwendiya li gel heval û malbatên xwe û derbaskirina demên vala torên medyaya civakî bi kar tînin.

Her wiha Uraloglu da zanîn ku tora civakî ya Instagram bi 58,4 milyon bikarhîneran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yekem e.

Piştî Instagramê bi 57,5 milyon bikarhîneran YouTubeyê di rêza dûyem de ye.

TikTok ku yek ji torên din ên civakî yên diyar e bi 40,2 milyon bikarhîneran di rêza sdêyem de cih digire. Hejmara bikarhînerên Facebookê jî 34.8 milyon û yên Xê jî  19,7 milyon.

Li gorî raporê, sala 2024an rêjeya bikarhînerên Instagramê ji sedî 8,5, rêjeya bikarhînerên TikTokê ji sedî 2,9, rêjeya bikarhînerên Facebookê ji sedî 1,3 û rêjeya bikarhînerên Xê jî  ji sedî 1 zêde bûye.

Di rêjeya bikarhînerên YouTube guhertineke zêde çênebûye.

Her wiha bikarhîner bi awayekî navendî mehane 23 demjimêr û 36 xulekan herî zêde wexta xwe li ser Instagramê derbas dikin.

Ew dem li ser TikTokê 26 demjimêr û 26 xulek, li ser YouTubeyê 23 demjimêr û 31 deqe, li ser Facebookê 9 demjimêr û 45 xulek û li ser Xê jî 5 demjimêr û 4 xulek e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst