Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên giştî yên pêşwext ên ku doh li Holendayê hatin kirin de dengên rastgirên tund kêm bûn.
Partiya ji bo Azadiyê (PVV) ya rastgir a tund a bi serokatiya Geert Wilders deng winda kirin û partiyên kevneşop ên navend û rastê bi hêz bûn.
Di encamê de parlamentoyeke perçebûyî derket holê û ji bo avakirina hikûmeteke xwedî piraniyê, pêdivî bi koalîsyonekê heye ku herî kêm 4 partî tê de cih bigirin.
Li gorî encamên destpêkê yên nefermî ku zêdetirî ji sedî 98ê dengan hatine hejmartin, Partiya Demokratan 66 (D66) a lîberal û Partiya PVV ya rastgir a tund bi rêjeya ji sedî 16,7ê dengan hilbijartin ser bi ser bi dawî kirin û ferqa di navbera wan de kêmtirî 3 hezar dengan e.
Li gorî vê yekê, di parlamentoya 150 kursiyî de, dê her yek ji D66a ku di rêza yekem de ye û PVVya ku bi ferqeke kêm li pey wê tê bibe xwedî 26 kursiyan.
D66a ku surprîza herî mezin a hilbijartinê kir, li gorî hilbijartina berê ya ku du sal berê hatibû kirin, dengên xwe zêdetirî 10 puanan zêde kirin.
Rêjeya dengên PVVyê ya bi serokatiya Wildersê rastgir jî nêzîkî 7 puanan daket.
D66a bi serokatiya Rob Jetten, di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de diyar kiribû ku ew hikûmeteke koalîsyonê dixwazin ku rastgirên tund li derve bimînin û partiyên navenda rast û çep tê de cih bigirin.
Her wiha li parlamentoyê li dijî polîtîkayên hikûmetê yên ku piştgiriyeke bêsînor dida Îsraîlê derketibû.
Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) ya bi serokatiya Dilan Yeşîlgozê ku wekî hevparê mezin ê hikûmeta kêmnetewe ketibû hilbijartinê, zêdetirî 1 puanê deng winda kirin û bi ji sedî 14,1ê bû sêyem.
Hevpeymaniya Çepa Kesk-Partiya Karker (GL-PvdA) ya navenda çep jî 3,2 puan winda kirin û bi ji sedî 12,5ê bû çaremîn.
Partiya Banga Xiristiyan-Demokrat (CDA) a ku navê wê di formulên muhtemel ên koalîsyonê de derbas dibe, bi zêdekirina dengên xwe bi 8,4 puanan surprîzeke din a hilbijartinê kir û bi ji sedî 11,7ê bû pêncemîn.
Li gorî encamên nefermî, partiya mihafezekar û lîberal JA21 bi ji sedî 5,9ê bû şeşemîn, partiya rastgir a tund FvD bi ji sedî 4,5ê bû heftemîn, partiya populîst BBB bi ji sedî 2,6ê bû heştemîn û Partiya DENKê rêjeya dengên xwe parast û bi ji sedî 2,4ê bû nehemîn.
Bi vê encamê re DENKê hejmara kursiyên xwe yên ku 3 bûn parast.
Li gorî van encaman, ji bo piraniya safî ya li parlamentoyê koalîsyoneke ku herî kêm 4 partiyan pêk tê mecbûrî ye.
Çavdêrên siyasî diyar dikin ku her çi qasî îhtimala herî mezin koalîsyonên ku partiyên navenda rast an navendê tê de cih bigirin be jî pêvajoya avakirina hikûmetê dê dijwar be û îhtimala ku careke din hilbijartin were kirin jî heye.
Piştî hilbijartina giştî ya 22yê Çiriya Paşîn a 2023yan bi 223 rojan, hikûmeta koalîsyonê ya rastgirên tund û navenda rast a ku Geert Wilders ji roja yekem ve wekî tekane vebijêrk nîşan dabû, Hezîrana 2024an bi vekişîna partiya Wilders a ji hikûmetê xera bû û biryara hilbijartina pêşwext hatibû dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse