Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ji Rûdawê re ragihand ku wan pişkinîn kiriye û got, "Ez dikarim bibêjim ku bernameyeke çeka atomî (li Îranê) nîne."
Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Mariano Grossi li ser rewşa dawî ji Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Namo Ebdullah re axivî.
Rafael Grossi li ser wêneyên ku tên belavkirin û tevgera li çend navendên dewlemendkirina uranyumê yên li Îranê nîşan didin got:
"Ew tevgerên asayî ne. Ew cihên pîşesazî yên mezin in.
Kamyon û xelk diçin û tên lê tiştek nîne ku em bibêjin an hizir bikin ku karek li wir heye ku pêywendiya wî bi awayekî berfireh yan diyarkirî bi madeyên li wir an santrîfujan re hebe."
Grossi piştrast kir ku êrişên hewayî yên meha Hezîranê yên Amerîkayê zerereke mezin gihandiye navendên atomî yên Îranê û da zanîn:
"Ziyanên binesaziya atomî, herî kêm li sê cihan, gelekî berbiçav bûne."
Grossi li ser projeyasaya ku Parlamentoya Îranê pesend kiriye ragihand:
"Ev beşeke ji wê yekê ye ku min behs kir dema ku em li Qahîreyê diciviyan.
Wan yasa derxist lê wekî min got, bi rêzeke mezin ji bo hevkarên min ên Îranî, yasayên navxwe li ser Îraniyan tên bicihanîn, ne li ser Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA)."
Grossi her wiha behsa wê yekê kir û got:
"Lê karê min ew e ku ez hewlên dîplomatîk ji bo têgihîştina dilgiraniyên wan bidim.
Êrişî wan hatiye kirin. Ji ber vê yekê dilgiraniyên wan hene û em dixwazin wan dilgiraniyan ji holê rakin, ji ber ku em bawer dikin ku karê pişkinînê yê IAEAyê faktoreke aramker e.
Faktorek e ku rê dide Îranê, wekî min got, ez dikarim bibêjim ku bernameyeke çeka atomî nîne ji ber ku me pişkinîn kiriye.
Eger em pişkinînê nekin, eger em li wir nebin, wê demê bêguman guman û dilgiranî zêde dibin."
Meha borî, cezayên Neteweyên Yekbûyî li ser Îranê piştî ku dema biryara 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya derbarê bernameya atomî ya Îranê de bi dawî bû ji nû ve hatin sepandin.
Îran red dike ku çekên atomî çêbike û dibêje ku dewlemendkirina uranyumê tenê ji bo armancên aştiyane yên wekî hilberîna elektrîk û dermanan e.
Birêvebirê Ajansa Enerjiya Atomê da zanîn ku ew di pêywendiyeke berdewam de ye bi berpirsên Îranê re da ku careke din rê bidin ajansan ku çavdêriya dewlemendkirina uranyumê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse