Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got, “Em piştgiriya Sûriyeyeke ku mafê hemû pêkhateyan bide dikin.”
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand ku ew ji raporên li ser tundiya li herêmên Elewiyan ên Laziqiyeyê û deverên din ên di bin desthilata hikûmeta Şamê de bi fikar in.
Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê îro li ser aloziyên dawî yên Laziqiyeyê ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re ragihand ku Amerîka rewşê dişopîne.
Berdevkê Wezaretê amaje pê kir, "Amerîka ji wan raporan bi fikar e" ku behsa wê rewşê dikin.
Ev helwesta Amerîkayê di demekê de ye ku roja duşemê hinek çekdaran êrişî taxên ku piranî Elewî lê dijîn ên Laziqiyeyê kir.
Di êrişan de ziyaneke mezin gihişt otomobîl û dikanên xelkê û tirs û fikareke mezin di nav şêniyên herêmê de belav bû.
Êriş rojekê piştî wê yekê hatin ku di dema xwenîşandaneke berfireh a Elewiyan de 3 kes hatin kuştin.
Xwenîşandan piştî teqîneke mezin a li bajarê Himsê dest pê kiribû.
Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê, yek ji kuştiyên nav xwenîşandanê endamekî hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê bûye.
Qedexeya hatinûçûnê
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku "Li tevahiya bajarê Laziqiyeyê ji saet 17:00an a roja Sêşemê heta saet 06:00an a roja Çarşemê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin."
Wezaretê ji welatiyan xwest ku ji bo parastina ewlehiya giştî pîbendî tedbîran bin.
"Em piştgiriya Sûriyeyeke yekgirtî dikin"
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê dorpêça li ser taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên li bajarê Helebê ku ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyeyê ve hatiye sepandin, helwesta welatê xwe dubare kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re got, “Amerîka piştgiriya Sûriyeyeke yekgirtî û aştiyane dike ku maf û pêgeha wekhev dide hemû pêkhateyan."
22yê vê mehê, şer di navbera Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) yên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Rêveberiya Xweser û hêzên hikûmeta Şamê de derketibû.
Piştî nêzîkî pênc demjimêran pevçûn û kuştina jinekê û birîndarbûna 19 sivîlan, şer hatibû rawestandin.
Roja înê jî Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Rêveberiya Xweser ragihand ku komên çekdar ên hikûmeta Şamê bi bikaranîna çekên giran û topan êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse