Hikûmeta Amerîkayê ji ber krîza budceyê hat girtin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Girtina Hikûmetê Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amerîkayê hikûmeta federal, ji ber ku Meclisa Nûneran deng nedaye pakêta budceyê, tevî ku Senatoyê erê kiriye, şeva 31ê Kanûna Paşîn bi saeta herêmî saet 00:00ê bi awayekî qismî hat girtin.

Aloziyên siyasî yên li Washingtonê, di bin siya mirina sivîlan a li Minneapolisê û nîqaşên li ser fonên koçberiyê bûn sedem ku hikûmet desthilata xwe ya xerc-kirinê winda bike.

Krîza Minneapolisê û nerazîbûna Demokratan

Xitimîna sereke ya di hevdîtinên budceyê de, piştî ku li Minneapolisê du welatiyên Amerîkayê ji aliyê ajanên federal ve hatin kuştin çêbû.

Demokratan red kir ku piştî bûyerê foneke zêde ji bo yekîneyên Koçberî û Mihafizeya Gumrikê (ICE) were dabînkirin.

Her çiqas Serok Donald Trump di kêliya dawî de peymana fonê erê kiribe jî, dijberiya Demokratan a li hemberî piştgiriya darayî ya ji bo polîtîkayên koçberiyê rê li ber yasayîbûna budceyê girt.

Senatoyê erê kir lê Meclis kom nebû

Dema budceya demkî ya ku fînanseya piraniya saziyên federal dikir, şeva 30ê Kanûna Paşîn qediya.

Senatoyê pakêta budceyê bi 71 dengên erê û 29 dengên na bi piraniyeke mezin qebûl kir.

Lê ji ber guherînên li ser projeyasayê, pêwîst bû ku pakêt careke din ji Meclisa Nûneran re were şandin.

Lê ji ber ku Meclisa Nûneran dawiya hefteyê kom nabe, pêvajoya yasayîbûnê heta roja duşemê hat rawestandin.

Saziyên ku ji girtinê bandor dibin

Bi girtina qismî ya hikûmetê re, fînanseya saziyên krîtîk ên wekî wezaretên Parastin, Veguhastin, Tenduristî, Perwerde û Kar heta meha Îlonê kete xetereyê.

Her wiha budceya demkî ya du hefteyan a ji bo Wezareta Ewlehiya Navxweyî jî hîn neketiye rewacê.

Pispor pêşbînî dikin ku girtin dê demkurt be û di piraniya xizmetên federal de aksamake cidî çênebe.

Roja duşemê dê dengdana krîtîk were kirin

Ji bo ku hikûmet careke din dest bi xebatê bike, divê Meclisa Nûneran roja duşemê pakêta budceyê gotûbêj bike.

Piştî erêkirina Meclisê, dê proje ji bo îmzeya Serok Trump were pêşkêşkirin.

Tê pêşbînîkirin ku bi îmzeya Trump re girtina qismî serê hefteyê bi dawî bibe.

Girtina herî dirêj par çêbûbû

Hikûmeta federal a Amerîkayê herî dawî ji ber krîzeke wiha 1ê Çiriya Pêşîn a 2025an hatibû girtin.

Ew pêvajo ji ber ku Kongreyê budceya demkî pesend nekiribû 43 rojan ajotibû û wekî girtina herî dirêj a dîroka welêt hatibû tomarkirin.

Ew krîz, piştî ku Trump 13ê Mijdara 2025an budce îmze kiribû hatibû derbaskirin.

Girtina niha, di nava çar mehên dawî de krîza duyem a mezin a budceyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst