Serkeftina Nesrîn Nanayê: Ji Qamişloyê heta Awistûryayê

31-05-2025
Hêmin Ebdullah
Nesrîn Nana\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nesrîn Nana\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Nesrîn Nana Awisturya Kurdên Diyasporayê
A+ A-

Dusselldorf (Rûdaw) - Nesrîn Nana, jineke Kurd e ku ji Rojavayê Kurdistanê ye û li Awisturyayê dijî li Diyasporayê bûye kesayetiyeke bibandor û serkeftî.

Nesrîn Nana di dema şerê DAIŞê de çûye Awisturyayê. Di demeke kurt de fêrî zimanê Almanî bûye û piştre hesabdarî xwendiye. Niha li şirketeke mezin a hesabdariyê kar dike.

Her wiha, di medyaya civakî de jî bûye navekî naskirî û bibandor. Bi vîdyoyên xwe yên balkêş, bi Kurdiyeke xweş û resen hewl dide çanda gelê xwe biparêze.

Nesrîn Nana ku di medyaya civakî de tê naskirin bû mêvana bultena Diyasporayê û ragihand ku 10 sal in li Awistûryayê dijî.

Ew ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye û wê got: "Ez di sala 2015an de bi malbata xwe re hatim Awisturyayê û zû fêrî zimanê Almanî bûm. Paşê min hesabdarî xwend, sê salan min xwend û min dest bi kar kir."

Nesrîn Nana behsa çawaniya ketina xwe ya nav cîhana medyaya civakî kir û got: "Min hez kir ku ez bikevim nav cîhana medyaya civakî û min dest pê kir.

Min bi vîdeoyan behsa jiyana xwe dikir, dema xwarin çêdikir, dema keça xwe perwerde dikir. Rastî zehmet bû, jineke malê bî, dayik bî, kar bikî û li welatekî xerîb bî lê min berdewam kir û min dev jê berneda."

"Ez çîrokên malbata xwe vedibêjim"

Derbarê senaryo û naveroka vîdeoyên xwe de, Nesrînê Nanayê got:

 "Piranî çîrokên malbata min in. Ew çîrokên ku ez behsa wan dikim, piraniya wan min ji malbata xwe wergirtine.

Her wiha, çîrokên ku di nav civaka Kurdî de hene, ez wan dikim vîdeo û belav dikim. Vîdeoya min a herî zêde hat temaşekirin, çîroka zêdekirina pitikên Kurd bû..."

Nesrîn Nanayê di vîdeoyên xwe de gelekî girîngiyê dide ziman û çanda Kurdî û got:

"Bi dîtina min zimanê Kurdî gelekî girîng e û min her dem parastiye. Min keça xwe jî baş fêrî zimanê Kurdî kiriye û ez dê berdewam bikim.

Ev yek vedigere ser perwerdeya dê û bavê min. Ji bilî vê yekê, pêwîst e em çanda xwe ya xweş jî biparêzin.

Ez cilên Kurdî li xwe dikim û em xwarinên Kurdî dixwin û amade dikin."

Nesrînê her wiha got, “Ew 7 xwîşk û bira ne û hemûyan xwe fêrî zimanê Almanî kiriye.

Tewra dê û bavê min jî baş fêrî zimanê Almanî bûne lê axaftina li malê tenê Kurdî ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst