Sîhanok Dîbo: Ev yek dê bibe xaleke werçerxanê ya rasteqîn

31-08-2020
RÛDAW
Endamê şanda MSDê li Moskowê, Sîhanok Dîbo
Endamê şanda MSDê li Moskowê, Sîhanok Dîbo
Nîşan MSD Rojava Sîhanok Dîbo Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Encûmena Sûriyeya Demokratîk MSDê li ser vexwandina fermî ya Wezareta Derve ya Rûsyayê ji roja 27ê Tebaxa 2020an ve bi serdanekê li Moksowê ye

Şanda Encûmena Sûriyeya Demokratîk roja 27ê Tebaxê gihişte Moskowa paytexta Rûsyayê. Serdana şanda MSDê, bi vexwendineke fermî ji aliyê Wezareta Derve ya Rûsyayê ve û bi mebesta encamdana hejmarek hevdîtinan hatiye encamdan.

Sîhanok Dîbo, endamê şanda MSDê derbarê serdanê de ji Rûdawê re ragihand, biryar e ew şand di vê serdanê de, hejmarekê ji civînan li Moskowê encam bide û belgeyeke hevtêgihiştinê ligel Partiya Îradeya Gel îmze bike.

Ew belge hejmarek ji xalên girêdayî nerîna herdu aliyan derbarê çareseriya siyasî ji bo Sûriyê û paşeroja wî welatî de ye, bi taybetî ku Partiya Îradeya Gel, yek ji partiyên opozisyona Sûriyê û ser bi Platforma Moskowê bi serokatiya Qedrî Cemîl e, û yek ji pêkhateyên Desteya Danûstandinan e jî.

Li gorî gotina Sîhanok Dîbo, di bernameya şandê de ye, ku ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî bicive.

Her li gorî gotina Sîhanok Dîbo, dibe ku ew belgeya hevtêgihîştinê bibe nexşerêyek ji bo gihiştina bi prensîpên bingehîn ji bo girêbesteke civakî ya Sûrî ya nû, ku rê li ber dagîrkirin yan pareçekirina Sûriyê bigire, herwiha rê li ber dûbare-berhemanîna rejîmeke sitemkar a navendî li Sûriyê bigire.

Sîhanok Dîbo tekez kir, dibe ew belgeya hevtêgihîştinê bibe xaleke werçerxanê ya rasteqîne ku sûda hemû cografyaya Sûriyê û pêkhateyên wê, bi taybetî opozsiyona niştimanî ya demokrat, jê hebe.

Şanda MSDê, ku ji Îlham Ehmed, Hikmet Hebîb, Senherîb Bersom û Sîhanok Dîbo pêk tê, biryar e roja Duşemê, di konferanseke rojnamevanî de ligel Partiya Îradeya Gel belgeyeke hevtêgihiştinê îmze bikin û ragihînin.

Hevserokê MSDê, Riyad Derrar jî têkildarî serdana bo Moskowê ji Rûdawê re ragihand, ew belgeya hevtêgihîştinê dê bibe bingeh û nexşerêya civînên navbera aliyên Sûrî yên berfirehtir, lê ji lihevkirina ligel Partiya Îradeya Gelêrî destpê dike, ev yek jî derfetek e ji bo pevguhertina nerînan derbarê pêşhateyên nû li navçeyê, bi mebesta gotûbêjkirina paşeroja Sûriyê.

Serdana şanda MSDê hevdem e li gel hejmarek ji pêşhate û tevgeran, ku derbarê Sûriyê de têne kirin, ji aliyekî ve ew serdan hevdem ligel civînên Komîteya Destûra Sûriyê hate encamdan, herwiha hevdem e ligel danûstandinên navbera ENKSê û PYNKê, di qonaxa duyem de, herwiha hevdem ligel hewl, tevger û amadekariyên MSDê ne, ku ji 31ê Tîrmeha bihorî ve destpê kiriye, ji bo lidarxistina kongreyeke berfireh li ser asta pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst