Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ew îdiayên medyayê red kirin ku digot Amerîka amadehiya êrişên li ser baregehên leşkerî yên li nav Venezuelayê dike.
Trump di balafira serokatiyê ya “Air Force One”yê de li ser pirsa "Gelo hûn li ser êrişên li nav Venezuelayê difikirin?" got, "Na, ne rast e."
Gelek dezgehên medyayê yên Amerîkayê ragihandibû ku îdareya Trump biryar daye ku di çarçoveya şerê xwe yê li dijî "narko-terorîzmê" de êrişan li ser baregehên leşkerî yên li nav Venezuelayê pêk bîne û ev êriş dikarin her kêlî pêk werin.
Rojnameya Miami Heraldê ragihandibû ku armanca êrişên plankirî ew e ku baregehên leşkerî yên Kartela Solesê (Cartel de los Soles) werin rûxandin.
Kartela Soles toreke bazirganiya narkotîkê ye ku Amerîka wê bi qaçaxçîtiya kokaînê tawanbar dike.
Her wiha armanc ew e ku ew rêyên bazirganiyê bên xerakirin ku li gorî berpirsên Amerîkayê salane 500 ton kokaîn bi wan tê veguhestin.
Washington, Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro bi serokatiya Kartela Solesê tawanbar dike.
Amerîkayê Tîrmeha 2025an ew kartel wekî rêxistineke "terorîst" bi nav kiribû.
Çavkaniyan ji Heraldê re gotiye ku dibe ku hedef di nava "çend roj an jî saetan" de ji esman ve bibin hedef.
Washingtonê xelata ji bo agahiyên li ser Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ducar kir û kir 50 milyon dolar.
Her wiha ji bo kesên sereke yên wekî Wezîrê Karên Navxwe Diosdado Cabello jî 25 milyon dolarî pêşkêş dike.
“Maduro dê bibîne…”
Çavkaniyekê ji rojnameyê re gotiye: "Maduro dê bibîne ku ketiye davikekê û dibe ku di demeke nêzîk de fêm bike ku nikare ji welêt bireve heke biryarê bide jî...
Ya ji bo wî xirabtir ew e ku niha ji yekî zêdetir general hene ku amade ne wî bigirin û radest bikin."
Ji destpêka Îlonê ve bi piranî li Karayîpan û Okyanûsa Pasîfîk herî kêm 14 êriş hatine kirin û di encamê de zêdetirî 61 kesan hatine kuştin.
Komên mafên mirovan û pisporên hiqûqê rewatiya operasyonan xistine ber pirsan û dibêjin ku êrişên Amerîkayê yên li ser keştiyên narkotîkê yên îdiakirî, yasayên navneteweyî bin pê dikin.
Berpirsê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk êriş bi rengê "nayên qebûlkirin" bi nav kirin û daxwaza lêkolîneke serbixwe kir.
Maduro, Washington bi "çêkirina" şerekî li dijî welatê xwe tawanbar kir û îdiayên Amerîkayê bi şiklê "pûç" û "bi temamî derew" bi nav kirin.
Wî teqez kir ku Venezuela "pelên kokaînê hilnaberîne" û got ku tevgerên leşkerî yên Amerîkayê yên li nêzîkî peravên wan, nîşana planên ji bo "şerekî nû û bêdawî" ne.
Li hêla din, Rojnameya Washington Postê (WP) ya Amerîkayê angaşt kir ku Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro li dijî Amerîkayê ji Rûsyayê "piştgiriya leşkerî ya bilez" xwestiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse