BENDERA CEYHANÊ - Keştiya yekem a petrola Herêma Kurdistanê hat firotin

02-10-2025
RÛDAW
Nîşan Petrola Herêma Kurdistanê Îraq Herêma Kurdistanê Hinardekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Îraqê ji Rûdawê re ragihand ku keştiyeke ku 650 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê hilgirtibû, ji Bendera Ceyhanê derket.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Saet 12:00ê, keştiya yekem a ku petrola Herêma Kurdistanê hildigirt hat firotin û ji Bendera Ceyhanê derket.

Keştiyê 650 hezar bermîl petrol hilgirtibû."

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî her wiha anî ziman:

"Ew petrola ku bi rêya boriyê tê hinardekirin, rojane li depoyên Bendera Ceyhanê tê komkirin û qonax bi qonax tê firotin."

Roja 25ê mehê, hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê rêkeftina ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ragihandibû.

Destê sibeha 27ê Îlonê, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya ji bo bazarên cîhanê dest pê kiribû.

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê piştî biryara Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê ya Adara 2023yan hatibû rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst