Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê petrolê bi rêjeya ji sedî 1 bilind bû.
Endamên “OPEC+”ê biryar da ku meha bê ji ya ku dihat payîn kêmtir petrolê derxin piyaseyê û vê bandor li bihayê petrolê kir.
Hilberînerên petrolê yên “OPEC+”ê biryar da ku meha bê 137 hezar bermîlên zêdetir derxin piyaseyê ku ev ji asta ku dihat payîn kêmtir e û vê yekê jî bihayê petrolê bilind kir.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro 63 sentan bilind bû û bermîlek bi 65 dolar û 13 sentan tê firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê jî 58 sentan bilind bû û bi 61 dolar û 46 sentan tê firotin.
Analîsta serbixwe ya bazarên darayî Tina Tengê li ser vê yekê got:
"Bihayê petrolê îro bilind bûye lê hîn jî bingeha bazara petrolê lawaz e û bi îhtimaleke mezin bihayê petrolê dê di astên xwe yên nizm de bimîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse