Hewlêr (Rûdaw) - Petrol piştî sê rojan îro careke din biha bû.
Kêmbûna depoyên petrolê yên Amerîkayê wekî sedema sereke ya vê bihabûnê tê nîşandan.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro piştî vebûna bazarên Asyayê 20 sentan bilind bû û bermîlek bi 64 dolar û 60 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 18 sentan biha bû û bermîlek bi 60 dolar û 33 sentan hat firotin.
Li gorî Enstîtuya Petrolê ya Amerîkayê (API), qebareya petrol û sotemeniya depokirî di hefteya borî de kêm bûye.
Depoyên petrola xav zêdetirî 4 milyon bermîlan kêm bûne û ev yek wekî sedema bilindbûna bihayê petrolê tê dîtin.
Lê belê bazirganên petrolê hîn jî ji ber îhtimala zêdekirina hilberînê ji aliyê “OPEC+”ê ve dilgiran in.
Priyanka Sachdevaya analîsta kompanyaya şêwirmendiyê ya Phillip Novayê li ser mijarê got:
"Dibe ku sizayên li ser Rûsyayê bibin sedem ku zêdekirina hilberînê ya ji aliyê OPEC+ê ve bandoreke ew qasî mezin li ser bazara petrolê neke û bilindbûna bihayê petrolê berdewam bike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse