Zêdetirî 50 şirketên Fransayê dê werin Herêma Kurdistanê

07-07-2025
RÛDAW
Nîşan Veberhênan Fransa Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku biryar e zêdetirî 50 şirketên Fransayê ji bo veberhênanê dê werin serdana Herêma Kurdistanê û ji bo bi hezaran ciwanan derfetên kar peyda bibin.

Berdevkê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Bergeşt Akreyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Dawiya meha Gulanê şandeya Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî beşdarî Foruma Bazirganiyê ya Fransa û Îraqê bû.

Têgihiştineke baş bi veberhêner, marka û sermayedarên Fransayê re çêbû.”

Bergeşt Akreyî diyar kir ku her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku veberhênanên li Fransayê dikarin bên anîn Herêma Kurdistanê û got:

“Biryar e komek markayên navdar ên Fransayê şaxên kompanyayên xwe li Herêma Kurdistanê vekin.”

Berdevkê Desteya Veberhênanê Bergeşt Akreyî anî ziman:

“Biryar bû vê mehê 50-60 kompanyayên Fransî werin serdana Herêma Kurdistanê lê ji ber şerê Îran û Îsraîlê û nearamiya asmanî ya herêmê hinekî hat bipaşxistin.

Niha em ji bo diyarkirina demeke guncav bi Konsulxaneya Fransayê re li ser xetê ne.”

Bergeşt Akreyî her wiha anî ziman:

“Ew kompanya ji hemû sektoran in, çandinî, enerjî, teknolojî û geştûguzarî.

Piştî serdana wan em dê heman cureyên kompanyayên Herêma Kurdistanê vexwînin ji bo têgihiştineke zêdetir.”

Berdevkê Desteya Veberhênanê Bergeşt Akreyî da zanîn:

“Veberhênana kompanyayên Fransî yên li Herêma Kurdistanê dê bibe sedema peydakirina bi hezaran derfetên kar.”

Qebareya bazirganiyê ya salane ya di navbera Îraq û Fransayê de nêzîkî 2,2 milyar dolarên Amerîkî ye.

Sala 2023yan Îraqê bi bihayê 1,84 milyar dolarî hinarde ji bo Fransayê kiriye û Fransayê jî bi 341 milyon dolarî hinarde ji bo Îraqê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst