Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber nediyariya aborî û siyasî ya cîhanî, veberhêner berê xwe didin benderên ewle û di encamê de bihayê onseke zêr bi ser 4 hezar dolaran ket û rekoreke nû ya dîrokî tomar kir.
Fikarên derbarê aboriya Amerîkayê û girtina deriyên hikûmetê, lez da bilindbûna bihayê zêr.
Ev yek ji bo zêrê ku du sal berê bi kêmtirî 2 hezar dolaran dihat firotin, wekî werçerxeke girîng tê dîtin.
Zêr îsal ji ber nediyariyên bazirganiya cîhanî, fikarên li ser serxwebûna Banka Navendî ya Amerîkayê û aramiya darayî ya welêt, ji sedî 50 zêdetir bi qîmet bûye.
Aloziyên jeopolîtîk ên ku zêde dibin jî îsal daxwaza li ser sermayeyên ewle zêde kiriye.
Bankên navendî jî bi lezeke bilind kirîna vî metalê hêja didomînin.
Onsa zêr îro bi bilindbûneke ji sedî 0,7 heta bi 4,010,84 dolaran derket û bi nêzîkî 4,009,75 dolaran hat firotin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse