TIRKIYE - Bank nikarin 2 milyar dolar deynê xwe ji xelkê bistînin

09-06-2025
Nîşan Deyn Kredî Bank
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Banka Navendî ya Tirkiyeyê, deynê krediyên welatiyan ên ku bankan dane kompanyayên taybet gihiştiye 79 milyar lîreyan ku dike 2 milyar dolar.

Li gorî Rapora Seqamgiriya Fînansê ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê, bankên ku nekariye deynê krediyan ên 2 milyon û 76 hezar kesan wergirin ev deyn firotine “kompanyayên biêvebiriya hebûnê.”

Deynê welatiyan ên krediyên bankan ên ku nikarin bidin di 3 mehên destpêkê yên sala 2025an de ji 62 milyar lîreyan derketiye 79 milyar lîreyan ku dike 2 milyar dolaran.

Kompanyayên taybet deynê welatiyan ên ku nayên dayîn bi bihayekî kêmtir ji bankan dikirin û li gel deyndaran dem û plana deynan ji nû ve rêk dixin.

Li gorî amarên herî dawî ku Lijneya Sererastkirin û Pişkînînê ya Bankan (BDDK) eşkere kirine, rêjeya deynê welatiyan ên ku bankan derbarê wan şopandina yasayî daye destpêkirin di saleke dawî de ji sedî 93 zêde bûye û gihiştiye 407 milyar û 376 milyon lîreyan ku zêdeyî 10 milyar dolaran dike.

Piraniya van deynan ên kesan in û deynê krediyên bikaranînê û kartên krediyan ên di bin şopandinê de gihiştiye 172 milyar û 96 milyon lîreyan ku dike zêdeyî 4 milyar dolaran.

Deynê kesan di salekê de ji sedî 166,7 zêde bûye.

Pisporên aboriyê hişyariyê didin û dibêjin, zêdebûna deynên di bin şopandina yasayî de ji bo rewşa aborî ya endamên malbatan û sîstema bankan pirsgirêkên mezin li xwe dihewînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst