Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û bakurrojhilatê Sûriyeyê ji bo wergirtina berhemê pembo amadehî tên kirin.
Saziya Pembo ya Rêveberiya Xweser ragihand ku wan li Cezîrê, Reqaê û Dêrezorê 3 navend ji bo wergirtina pemboyê ji cotkaran destnîşan kirine û pêşbînî dikin ku îsal berhem ji par zêdetir be.
3 navend hatin amadekirin
Hevserokê Saziya Pembo ya Rêveberiya Xweser Mistefa Îbrahîm got:
“Me amadehî ji bo wergirina pemboyên cotkaran kiriye. Me navendek li Kantona Reqa û yek li Kantona Dêrezorê û ya sêyem li Hesekê ya Kantona Cezîrê amade kirine.
Di heman demê de me tîmên kirînê û tîmên ji hev cudakirinê bi rêya kurseke perwerdeyê li wan navendan bi cih kirine.”
"Em pêşbînî dikin berhemê pembo zêdetir be"
Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser dibêje, tevî ku îsal rûberê çandiniya pembo ji rûberê par kêmtir bû jî ew pêşbînî dikin berhemê îsal zêdetir be.
Mistefa Îbrahîm her wiha got, “Em îsal pêşbînî dikin berhemê pembo ji yê par zêdetir be, ji ber ku şert û mercên avhewayê yên îsal gelekî ji yên par baştir û guncawtir bûn.
Di heman demê de li gorî komîteyên çavdêriyê, nexweşî ew qasî li zeviyên pemboyê peyda nebûne, bi taybetî nexweşiya kurmên gwîzan.”
Saziya Pembo dibêje îsal tenê 250 hezar hektar pembo li Rojavayê Kurdistanê û bakurrojhilatê Sûriyeyê hatine çandin û pêşbînî dike ku nêzîkî 75 hezar ton pembo berhem bide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse