Hewlêr (Rûdaw) - APIKURê da zanîn ku ew ji destpêkirina hinartina Petrola Kurdistanê amade ne.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Michael Waltz bi rêya hesabê xwe yê Xê diyar kir ku ew bi telefonê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axiviye û got:
"Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî daxwaz ji hikûmeta Îraqê kiriye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên peymanan ên asêmayî û vegerandina deynê şirketên Amerîkayê yên qada enerjiyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bixebite."
Hilberînerên petrolê yên li Herêma Kurdistanê ev axaftina Michael Waltz û Mihemed Şiya Sûdanî bi dilxweşî pêşwazî kir.
“Hilberînerên petrolê amade ne”
Myles Cagginsê Berdevkê Yekîtiya Pîşesaziyê ya Petrola Kurdistanê (APIKUR) li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:
“Hilberînerên petrolê amade ne ku di dema herî zû de dest bi hinartina petrolê bikin, bi mercê ku em peymanên nû ji bo firotinê û rakirinê çêbikin."
Michael Waltz li ser axaftina Michael Waltz û Sûdanî jî got:
"APIKUR spasdarê niyet û daxuyaniyên Serokwezîr Sudanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Michael Waltz e ku girîngiya vegera hinartina petrolê ya bi rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê nîşan didin.”
Daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îraqê
Ofîsa Serokwezîrê Îraqê jî şeva borî de ragihandibû ku di guftûgoya di navbera Sûdanî û Michael Waltz de, wan tekezî li ser xurtkirina hevkariya dualî ya di warên aborî û ewlehiyê de kiriye û gotibû:
"Serokwezîr pêbendiya Îraqê ya ji bo berfirekirina pêwendiyên aborî yên bi Amerîkayê re ducare kir.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hewlên hevbeş ên ji bo avakirina Îraqeke xurt kir ku karibe pişta xwe bi xwe girê bide.”
Li gorî daxuyaniyê, Sûdanî û Michael Waltz behsa çareseriya pirsgirêkan û rola şirketên Amerîkayî kiriye ku di warê petrolê de dixebitin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Amerîkayê pêbendiya xwe ji bo piştgirîkirina serxwebûna Îraqê di warê enerjiya nû de ducare kiriye û amadehiya xwe ya ji bo hevkariya di lezkirina pêkanîna vê armancê de nîşan daye."
Çi bûbû?
Dadgeha Bazirganiyê ya Navneteweyî (ICC) ya Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.
ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.
Herêma Kurdistanê beriya wê biryarê, rojane nêzîkî 400 hezar bermîl petrol bi rêya wê xetê difirot.
Nêzîkî 75 hezar bermîl petrol ji Kerkûkê dihat hinartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse