APIKURê mekanîzmaya nû ya dayîna pereyên petrolê eşkere kir

02-10-2025
RÛDAW
Nîşan APIKUR Petrol Herêma Kurdistanê Hinartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) mekanîzmaya nû ya dayîna pereyên petrola hinardekirî ya Herêma Kurdistanê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyeke fermî ya APIKURê, mekanîzma ji du beşên serekî pêk tê û ew “qerebûkirin” û “dayîna rasterast” e.

Qerebûkirin (tezmînat): Hikûmeta Îraqê dê bi dayîna petrola xav a li Bendera Ceyhanê, bedela petrola ku li qadên Kurdistanê hatiye hilberîn û radestî SOMOyê hatiye kirin, bide.

Dayîna rasterast: Li gorî sererastkirina yasaya budceya Îraqê, hikûmeta Îraqê dê ji bo dabînkirina lêçûnên hilberîn û veguhastinê, ji bo her bermîlekê 16 dolaran bide.

Petrola Herêma Kurdistanê ji Adara 2023yan ve hatibû rawestandin û 27ê Îlona 2025an careke din dest bi hinartina wê hat kirin.

Wekî qonaxa destpêkê ya li ser lihevkirî, rojane 240 hezar bermîl petrol tê hilberîn ku 190 hezar ji bo derve û 50 hezar jî ji bo navxweya Herêma Kurdistanê ye.

Di encama biryareke dadgeha Parîsê ya du sal û nîv berê de, hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hatibû rawestandin ku wê demê bi petrola Kerkûkê re rojane digihîşt nêzîkî 400 hezar bermîlan.

Piştî peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser hinartinê û peymana sêalî ya bi kompanyayan re herikîna petrolê careke din dest pê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst