Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hejmara deyndarên ketin bin şopandina yasayî di 5 mehên destpêkê yên sala 2022an de %83 zêde bûne
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Yekitiya Bankayên Tirkiyê, 4 milyon û 148 hezar welatî ji ber deynê kredî û karta krediyê di bin şopandina yasayî de ne.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, her diçe qeyrana aborî kûrtir dibe û deynên welatiyên ên bankayan 163 milyar lîre derbas kirine.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hejmara deyndarên ketin bin şopandina yasayî di 5 mehên destpêkê yên sala 2022an de %83 zêde bûne û derbarê 748 hezar û 437 kesên nû de rêkarên yasayî hatine destpêkirin. Bi tevahî hejmara giştî gihiştiye 4 milyon û 148 hezar kesan.
Herwiha hejmara dosyeyên li daîreyên deynan (îcra) jî di nav salekê de milyonek û 466 hezar zêde bûne û bi tevahî gihiştiye 24 milyon û 53 hezar dosyeyan.
Deynê krediyên di bin şopandina yasayî de ku heta dawiya sala 2021ê 151 milyar lîre bû, sala 2022ê gihiştiye 163 milyar lîre.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse