Hewlêr (Rûdaw) - Aboriya Îranê di çaryeka duyemîn a sala 2026an de ketiye krîzeke giran.
Ambargoya deryayî ya Amerîkayê YA ku ji 13ê Nîsanê ve berdewam dike, bandoreke wêranker li sektora enerjiyê ya Îranê kiriye.
Hinartina petrolê ya bi rêya deryayê ku beriya şer rojane nêzîkî 1,6 milyon bermîl bû, daxistiye kêmtirî 0,4 milyon bermîlî, wate hinartina petrola Îranê ji sedî 75 daketiye.
Depoyên bejayî yên li Girava Xarkê ku ji sedî 84ê giştî ya hinartina petrola xav îdare dikin, li ber tijibûnê ne.
Vê yekê kir ku Tehran piştî sala 2018an cara yekem hilberînê bi awayekî pêşwext kêm bike.
Ji aliyê pereyê neteweyî yê Îranê ve, Tumen di bazara azad de li hemberî dolarekî Amerîkî daketiye nêzîkî 190 hezarî. Salek beriya niha tenê 81 hezar Tumen bû.
Fona Navneteweyî ya Pereyan (IMF) pêşbînî dike ku di sala 2026an de rêjeya Berhema Navxweyî ya Giştî ya Îranê ji sedî 6,1 dakeve û enflasyon bigihêje ji sedî 68,9an.
Texmînên hikûmetê, lêçûna zererên giştî yên şer bi nêzîkî 270 milyar dolarî destnîşan dikin ku ev yek jî bi ji sedî 60ê Berhema Navxweyî ya Giştî salane re hevta ye.
Bibinketina sektora petrolê û bandora ambargoyê
Beriya destpêkirina operasyonên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê (28ê Sibata 2026an), sîstema hinartina petrolê ya Îranê heta radeyekê li ber xwe dida.
Îranê Adara 2026an rojane nêzîkî 3,2 milyon bermîl petrol hildiberand û zêdetirî 1,8 milyon bermîl jî difirot derve.
Ev serkeftin bi saya parzûngehên biçûk ên Çînê bû ku petrola Îranê bi daxistina 20-30 dolaran dikirîn, li gel bikaranîna keştiyên sîber.
Lê ambargoya deryayî ya 13ê Nîsanê hevkêşe guhert.
Zanyariyên Kepler eşkere kiriye ku asta depokirinê li Girava Xarkê bi lez bilind bûye, ev jî nîşaneya rawestana nêzîkî temam a hinartinê ye.
Parzûngehên navxweyî tenê şiyana wergirtina 2,6 milyon bermîlan hene.
Vê yekê jî 600 hezar bermîlên zêde hiştiye ku niha cihê depokirina wan nemaye.
Niha nêzîkî 160-170 milyon bermîl petrola Îranê li ser keştiyan li seranserê cîhanê heye. Ev rezerveke stratejîk e lê lêçûna sîgorta û hilgirtinê zêde ye.
Rêyên bejayî û vebijêrkên alternatîv
Îran hewl dide ku bi rêya bejayî aboriya xwe zindî bihêle lê ev rê rûbirûyî kêmasiya jêrxanê bûne:
Boriya Gure-Caskê: Her çend ev boriya 1000 kîlometreyî ji bo derbaskirina Tengava Hurmizê hatibe avakirin jî heta Adara 2026an tenê ji sedî 4,4ê giştî ya hinartina Îranê ji wê boriyê bûye. Stasyona Caskê hîn bi temamî nehatiye çêkirin, vê jî şiyana veguhastinê sînordar kiriye.
Tirkiye: Îran gaza xwezayî ji Tirkiyeyê re dişîne lê pêbendbûnên Tirkiyeyê bi NATOyê re, ev yek ji bo Enqereyê aloz kiriye. Tirkiye hevparê herî mezin ê bejayî yê Îranê ye lê bi Îranê re gelek astengên wê yên siyasî hene.
Pakistan: Veguhastina li vir zêdetir bi rêya qaçaxçitiya rêkxistî ye. Nêzîkî 2,4 milyon kes li Belûçistana Pakistanê debara xwe bi sotemeniya qaçax a Îranê dikin. Projeya fermî ya (Boriya Aştiyê) ji ber cezayan hatiye rawestandin.
Efxanistan: Tenê ji bo berhemên parzûnkirî yên wekî benzîn û gazê tê bikaranîn. Tanker sotemeniyê dibin parêzgeha Nîmrozê û Talîban jî çavdêriyê dike lê ji bo petrola xav nayê bikaranîn.
Îraq: Rewşa li vir aloz e. Li gorî hinek raporên Amerîkayê, komên çekdar ên Îraqê petrola Îranê bi petrola Îraqê re tevlîhev dikin û difroşin. Ev jî salane 1 milyar dolar dahat ji bo Îranê dabîn dike.
Rûsya: Bi rêya Deryaya Xezerê pêvajoya "guhertina petrolê" tê kirin ku tê de rojane 50 hezar bermîl tên guhertin.
Bibinketina tumen û guhertina budceyê
Daketin bihayê tumen ê di sala 2026an de yek ji bibinketinên herî tund e. Şerê 12 rojî yê Hezîrana 2025an ê li gel Îsraîlê ev pêvajo zûtir kir.
Di Kanûna Pêşîn a 2025an de dolar gihîşt 142 hezar tumenan û heta Gulana 2026an gihîşt 190 hezartTumenî. Tenê di nava yek hefteya Nîsana 2026an de bihayê dolarî ji sedî 20 bilind bû.
Vê rewşê hikûmet neçar kir ku pêkhateya budceyê biguherîne. Para petrolê di budceya 2026-27an de tenê ji sedî 5 e ku asta herî nizm a salên 1960î ve ye.
Ji bo qerebûkirinê (tezmînat), bac bi rêjeya ji sedî 60 hatin zêdekirin û piştgiriya bihayan hat kêmkirin.
Hikûmet zêdetir ber bi çapkirina pereyan ve pêngavên xwe diavêje ku ev jî enflasyoneke mezintir durist dike.
Dahatên ne-petrolî û wekhêviya dawî ya Îranê
Hinartina petrolê rawestiyaye lê hîn jî çend çavkaniyên din ên Îranê hene:
Petrokîmya: Berhema herî mezin a ne-petrolî ye û ji sedî 50ê dahata wê sektorê pêk tîne. Her çend biryar hatiye dayîn ku hinartin bisekine jî hîn jî birek kêm bi rêya bejayî diçe.
Çandinî: Îranê ji sedî 90ê bazara zeferana cîhanê kontrol kiriye. Fistiq û fêkiyê hişkkirî hîn jî milyarek dolar dahata wan heye.
Pola û çîmento: Îran di vî warî de li herêmê pêşeng e û beşeke berhemên xwe dişîne Îraq û Efxanistanê.
Hinartina leşkerî: Dron û teqemenî ji Rûsya û komên hevpeymanên wekî Hûsî û Hizbulahê re dişîne ku ev zêdetir sûdeke jeopolîtîk dide.
Aboriya Îranê di bin zexta şer û ambargoyan de ber bi daketineke metirsîdar ve diçe. Kêmbûna ji sedî 75 a hinartina petrolê, bibinketina tumen û bilindbûna enflasyonê ya heta bi ser ji sedî 70yî, jiyana welatiyan zehmetir kiriye.
Her çend rêyên bejayî û dahata ne-petrolî heta radeyekê alîkar bin jî nikarin cihê dahata bi milyon bermîlên petrolê bigirin ku pêştir stûna pişta budceya Îranê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse