Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) rapora xwe ya nû ya amarên hinardeyê belav kir.
Li gorî raporê, di mehên destpêkê yên sala 2025an de hinartina Tirkiyeyê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê li gorî heman serdema sala 2024an kêm bûye.
"Ji sedî 8,1 kêm bûye"
Li gorî amarên TUÎKê, hinartina ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê di destpêka îsal de ji sedî 8,1 daketiye.
Sala 2024an bi qasî 9 milyar û 310 milyon dolaran hinarde hebû lê îsal daketiye 8 milyar û 550 milyon dolarî.
"Fêkî û cil zêde bûn"
Kêmbûna giştî heye lê di sektora "fêkî û çerezan" de zêdebûneke mezin çêbûye û ji sedî 59,1 zêde bûye.
Hinartina van cureyan ji 321 milyon dolaran derketiye 511,6 milyon dolarî.
Her wiha sektora cilan (tekstîl) jî ji sedî 56 mezin bûye û gihiştiye 316,4 milyon dolaran.
"Sedema sereke zêr e"
Raporê eşkere kir ku kêmbûna herî mezin di sektora "madenên biqîmet û zêr" de çêbûye.
Di vî vî cureyî de hinartin ji sedî 70,5 kêm bûye û ji 952 milyon dolaran daketiye 281 milyon dolaran.
Hat diyarkirin ku sedema vê daketinê guherînên di polîtîkayên hinartina zêr û bêîstîqrariya bihayên cîhanî ye.
Berhemên ku herî zêde hatine hinartin
Li gorî raporê, amarên hinartinê yên li ser bingeha cureyan wiha ne:
Amûrên karebayî: 562,9 milyon dolar (Ji sedî 9,8 zêde bûye)
Mobîlya û firaxên nava malê: 530,2 milyon dolar (Ji sedî 9,0 zêde bûye)
Fêkî û çerez: 511,6 milyon dolar (Ji sedî 59,1 zêde bûye)
Cil: 316,4 milyon dolar (Ji sedî 56,3 zêde bûye)
Mekanîk: 473,2 milyon dolar (Ji sedî 5,5 kêm bûye)
Genim û ard: 427,5 milyon dolar (Ji sedî 3,4 kêm bûye)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse