Bihayê onsa zêr 5050 dolar derbas kir

3 demjimêr berê
Nîşan Zêr Dolar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro berê zêr li bihabûnê ye û onsa zêr 5050 dolar derbas kir.

Bihayê onsa zêr piştî vebûna bazarên Asyayê ji sedî 0,5 bilind bû û gihîşt 5 hezar û 50 dolarî.

Sedema bilindbûnê

Sedema bilindbûna bihayê zêr, daketina faîza bonoyên xezîneya Amerîkayê û daketina bihayê dolar e.

Amarên sektora perakende ya Amerîkayê doh belav bûn û amaran nîşan da ku di wê sektora girîng a aboriya Amerîkayê de sistbûn heye.

Ew yek bû sedema daketina faîza bonoyên xezîneya Amerîkayê.

Nêrîna şîrovekaran

Şirovekarê şirketa şêwirmendiyê ya Capital.comê Kyle Rodda li ser mijarê axivî:

“Di çend hefteyên borî de pêwendiya di navbera bihayê zêr û madenên din bi faîza bonoyên xezîneya Amerîkayê re nemabû lê êdî ew pêwendî vedigere."

Rodda amaje bi wê yekê jî kir ku daketina faîza bonoyên xezîneya Amerîkayê piştgiriyê dide bihayê zêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst