‘Êrişên elektronî di 2021an de 6 trilyon dolar ziyanê digihînin aboriya cîhanê’

11-06-2021
RÛDAW
Nîşan Êrişên Elektronî Huawei Ken Hu
A+ A-

Zhelwan Z. Wali

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Huawei ya Çînî roja Çarşemê “mezintirîn” navenda şefafiyetê ya parastina taybetmedniyên kesî û asayişa elektroniya cîhanî li bajarê Dongguan ê Çînê, bi beşdariya hejmareke zêde ya kompanyayên veguhastin, gihandin, teknolojî û medya cîhanî vekir ku yek ji wan beşdaran Tora Medyayî ya Rûdawê bû.

Di gotara destpêkê û merasîma vekirina navendê de ku 7emîn e ji aliyê Huawei ve hatiye avakirin li welatên wek Kanada, Belçîka, Brîtanya, Îtalya, Îmarat û Almanyayê.

Cîgirê Serokê Cîbicîkar ê Kompanyaya Huawei Ken Hu hişyariya wê da cîhanê, ku êrişên elektronî “sala 2021an 6 trîlyon dolar ziyan bi aboriya cîhanê digihînin” û daxwaz kir ku her zû hewl bên yekxistin ji aliyê kompanyayên mezin ên di warê teknolojiyê ve bo pêşgirtina van core êrişan.

Ken Hu tekezî li ser wê kir ku “niha dabînkirina asayişa elektronî ji her demê girîngtir e… Pêwîstiya me di vê pîşesaziyê de bi wê heye ku bi hev re kar bikin, baştirîn pratîken xwe alugor bikin û şiyana hevbeşên xwe bingeh danin di rêvebirin, standard û teknolojiyê de.”

Navenda şefafiyetê ya parastina taybetmendiyên kesî û asayişa elektronî ya cîhanê, ji bo ku bibe platformek bo kompanyayên warê teknolojiyê hatiye dîzaynkirin ji bo alugorkirina pisporiyên xwe li gel hev di çawaniya rûbirûbûna êrişên elektronî, hêsankariya gihandin û dahênana hevbeş. Herwiha ji bo ku bi armanca dîtina çareseriya teknîkî bi hev re, kar bikin. Navend ji bo dezgehên ragihandinê, kompanyayên warê taqîkirina elektronî, kiryarên amêrên Huawei û hevbeşên wê.

Herwiha Ken Hu ragihand, “Divê em sedemekî bidin dest bo ku yasadaner û xelkê bawerî pê hebe di asayişa parastina berhem û xizmetguzariyên me, ku rojane bikar tînin. Em dikarin li gel hev hevsengiyê pêk bînin di navbera pêşkeftinên di warê teknolojî û dabînkirina asayişê li cîhanê ku gelek bi lez ber bi dîgîtalbûna temam ve pêngav diavêje.”

Kompanyaya Huawei sala 1987an hat damezrandin û yek ji aliyên sereke yên dabînkirina warê zanyarî û teknolojiyê ye li cîhanê ku li 170 welatên cîhanê kar dike û zêdetir ji 197.000 karmend li seranserê cîhanê hene. Li gor gotina Cîgirê Cîbicîkar ê Huawei, zêdetir ji 3 milyar kes xizmetguzariyên Huawei bikar tînin.

Ken Hu di dawiya gotara xwe de, dûbare hişyarî da ku “asayişa elektronî di metirsiyê de ye” û lewma, pêwîst e “hemû hikûmet û rêxistinên di warê teknolojiyê de, bi hev re kar bikin, bi şêweyek baştir ji wê ku hebûye bo ku bigihin hevtêgihiştineke hevbeş derbarê wan astengiyên rûbirûyê teknolojiyê dibin. Divê hewleke piralî û li ser asteke navdewletî be, armanca hevbeş dabinin, berpirsyariyê hilbigirin û bi hev re kar bikin ji bo pêkanîna baweriyê ji aliyê xelkê cîhanê ve bi dîgîtalbûnê ku berdewam, îro û sibe tûşî astengiyên zêde dibe.”

Vekirina vê navendê û navendên din ên hevşêwe li welatên cîhanî, piştî wê tê, ku di heyama derbasbûyî de, kompanyaya Huawei tûşî rexneyên zêde bû, bi sedema kêşeya asayişa berhemên wê yên zîrek.

Ji 2019an ve, li gor biryareke Serokê berê yê Amerîkayê Donald Turmp, rê bi kompanyaya Huawei nayê dayîn li gel Amerîkayê kar bike, bi wê sedemê ku qaşo ew kompanî, metirsiyê bo ser asayişa Amerîkayê çê dike. Hikûmeta Brîtanyayê jî bi heman şêwe Huawei qedexe kiriye, ji ber wê ku London tometbar dike ku bi rêya G5ê ve sîxurê bo Çînê dike.

Yek ji axaftvanên sereke yên merasîma vekirina navendê, Mihemed Hemed Elkweytî bû ku Serokê Asayişa Elektornî ya Îmarat e. Wî behsa wê kir, girîngtirîn kar ji bo parêzvaniya li rêya pêşkeftina teknolojî û asayişê, tenê hevehengiya di navbera hikûmetên welatan û wan kompanyayan e ku di vê pîşesaziyê de kar dikin.

Elkweytî ragihand, “Hevbeşiya di navbera kertên taybet û giştî, gelek girîng e di bingehdanîna hevahengiya di navbera aliyên hikûmî û taybetî de ji bo pêkanîna cîhana digîtalbûyî ya bawerpêkirî.”

Pisporê warê IT û Medya Civakî Rwend Cemal, ji Rûdawê re ragihand, ku ev pêngava kompanyaya Huawei, beşeke girîng a hewlên kompanyayê ye “ji bo pêkanîna baweriyê bo bikarhênerên amûrên zîrek, taybet telefonên mobayl ên zîrek, ku li hemû cîhanê firotineke baş heye û ji aliyê xelkê Herêma Kurdistanê ve jî alîgirên zêde hene li gel berhemên din ên elektronî.”

Rewend Cemal di wê baweriyê de ye ku beşeke zêde ya tûşbûna bi tora hakkeran û êrişên elektronî, bikahêner bi xwe ne, ku girîngiyê bi parastina asayişa amêran nadin û ew dibêje, “Em rojane dibînin û dibihîzin ku xelkekî zêde dikevin tora êrişkarên elektronî ku mixabin, ew jî gelek ber bi zêdebûnê ve diçe li Herêma Kurdistanê. Êrişkarên elektronî eger amêr an jî kompanyayê hak nekin jî, dikarin êrişeke zêde bixin ser ku hemû karê rojane rawestîne, lewma kontrolkirina wan gelek zehmet e, ji ber ku ne diyar in û berbelavbûne li cîhanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst