Ajeldarên Herêma Kurdistanê gazinan dikin: ‘Hawirdeyê pişta me şikandiye’

12-09-2025
RÛDAW
Komeke golikan li çewligekê Herêma Kurdistanê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Komeke golikan li çewligekê Herêma Kurdistanê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Ajeldarî Hawirdekirina Ajelan Ajeldarên Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwediyên çewligên xwedîkirina golikan ji ber hawirdekirina ajelên qelew û goştê cemidî zererê dikin û li gorî gotina wan ew neçarinkargehên xwe bigirin.

Li aliyê din, amarên fermî nîşan didin ku hejmara ajelan zêde dibe.

Li Hewlêrê, çewligeke xwedîkirina golikan a bi kapasîteya 700 serî ku bi hêviya qezencê hatibû avakirin, di gava xwe ya yekem a îsal de zerer kir.

Xwediyê çewligê Hendrên Nadir got, "Eger bihayê ajelan li bazarê wekî niha be, em dê çewligê bigirin, ji ber ku em gelekî zererê dikin.

Çareserî tenê ew e ku divê hikûmet rê nede hawirdekirina ajelên qelew û goştê cemidî were kirin."

Çewligeke din a li parêzgeha Silêmaniyê, hemû ajelên xwe bi zerer firotine.

Xwediyê çewligê Şiwan Husên got: "Min li ser 500 serî ajelên ku anîne, xwedî kirine û firotine, di navbera 40 hezar û 50 hezar dolarî de zerer kiriye.

Hikûmet ti alîkariyê nade me, ne av û ne jî êm dide me. Em nabêjin bila belaş bide me lê bila piçekî li me binêre."

"Li gundan ajelvanî nemaye"

Li gundan jî hejmara ajelvanan kêm dibe. Gundiyê bi navê Hecî Şêx Tahirê Nodê got: "Her malekê 150 heta 200 serî ajelên wê hebûn, niha em 15 mal mane û tenê 3 malan ajel hene.

Ajel gelekî kêm bûne, zevî hemû hatine firotin û têl lê hatine kişandin. Ji bilî wî çiyayê li pişta me, mêrg nemane, ew jî têne şewitandin."

Amarên fermî çi dibêjin?

Li gorî daneyên Desteya Amarê ya Herêma Kurdistanê, hejmara çewligê ajelvaniyê û hejmara ajelan zêde dibin.

Hejmara mih, bizin, çêlek û gamêşan di sala 2024an de gihiştiye 4 milyon û 453 hezar serî; li gorî sala 2023yan, ji sedî 11 zêde bûye.

Hejmara çewligan jî di sala 2024an de ji sedî 4 zêde bûye û gihiştiye 2 hezar û 776an.

Birêvebirê Çavkaniya Ajeliyê ya Silêmaniyê Cemal Husên got: "Rast e hejmara çewligan zêde dibe lê ne bi wî rengî ku bibin cîgirê xelkê gundan.

Rêya rast ew e ku eger tu bixwazî kerta ajelvaniyê bi pêş bikeve, divê girîngî bi çewligên stratejîk bê dayîn."

Asta xwetêrkirinê ji bo goştê sor li Herêma Kurdistanê ji sedî 55 û ji bo masî ji sedî 60 e, lê di goştê spî de ji sedî 116 e û asta xwetêrkirinê derbas kiriye.

Zêdebûna hejmara ajelan nayê wateya geşbûna kerta ajelvaniyê, ji ber ku beşek ji ajelan ji welatên wekî Gurcistan û Ermenistanê rasterast tên hawirdekirin û li bazarê tên firotin.

Tiştê ku dê kertê bi pêş bixe, girîngîdana bi çewligên û ajelvanên gundan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst