Rêveberiya Xweser li hemberî hişkesaliyê tevdîrên nû distîne

14-11-2025
RÛDAW
Civîna Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser\ Wêne û Vîdeo: Medyaya Rêveberiya Xweser
Civîna Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser\ Wêne û Vîdeo: Medyaya Rêveberiya Xweser
Nîşan Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Ajeldarî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, ji bo bipêşxistina sektora ajeldariyê û bihêzkirina ewlehiya xwarinê li hemû navçeyên xwe dest bi serjimêriyeke berfireh a ajeldariyê kir.

Ev pêngav di demekê de tê ku ji ber hişkesalî û bihabûna êm (alîkê) ajeldar rastî zehmetiyan tên.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Komîteya Kooperatîfan kargehên nû yên êm vedike.

"Rojane 40 ton êm tê hilberîn"

Hevserokê Komîteya Kooperatîfan a Rêveberiya Xweser Ebdulxefûr Romî ragihand ku wan dest bi projeyan kiriye da ku piştgiriyê bidin ajeldaran.

Xefûr Romî amaje bi amadehiyên plana Rêveberiya Xweser kir û got, “Komîteya Kooperatîfan hewl dide pêdiviyên sereke yên civakê dabîn bike.

Me niha ji bo piştgiriya sektora ajeldariyê kooperatîfa êm a ‘Roz’ ava kiriye.

Ev kooperatîf ji bo mirîşk, pez û çêlekan êm çêdike û rojane 40 tonî hildiberîne.”

Romî da zanîn ku bi zêdekirina van kargehan, ew dê pêdiviyên ajeldaran bi bihayên guncaw dabîn bikin û derfetên kar jî biafirînin.

Ebdulxefûr Romî her wiha got, “Veterîner çavdêriya corên têkelkirî yên êm dikin.

Em êm bi bihayekî kêm difiroşin ajeldaran da ku piştgiriyê bidin kerta ajeldariyê ku piştî çandiniyê wekî sektora duyemîn a herî girîng tê dîtin.”

Li gorî amarên salên 2023-2024an, li herêmên Rêveberiya Xweser zêdetirî 4 milyon û 400 hezar serî pez û nêzîkî 12 hezar û 500 serî çêlek hene.

Desteya Aborî û Çandiniyê diyar kir ku armanca serjimêriyê nûkirina daneyan e da ku ji bo bipêşxistina sektorên çandinî û ajeldariyê planeke stratejîk bê amadekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst