Zîv piştî rekora dîrokî daket: Onsek zîv bû 61,91 dolar

13-12-2025
RÛDAW
Nîşan Zîv Jerome Powell Banka Navendî ya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Bihayê onsa zîv di dema girtina bazaran de 1,53 dolar (ji sedî 2,41) daket û bi 61,91 dolaran miamele pê hat kirin.

Bi vî awayî, niha bihayê her kîloyeke zîv hezar û 990 dolar e.

Danê sibeha înê bihayê onsa zîv gihiştibû 64,57 dolaran ku ev bihayê herî bilind ê dîrokê bû.

Daketin piştî wê yekê hat ku ji ber bilindbûna bihayan hilberîneran hewla bidestxistina qezencê da û bazar beriya girtinê ket qonaxeke kurt a sererastkirina bihayan.

Biryara dawî ya Banka Federal a Amerîkayê (FED) ya ji bo kêmkirina rêjeya faîzê û guhertina siyaseta xwe nermtir nîşan bide jî di maweyê navîn de bûye piştgiriyeke xurt ji bo bihayan.

Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Jerome Powell amaje bi wê yekê kir ku ti niyeta wan a bilindkirina rêjeya faîzê nîne.

Li gorî pisporan tê pêşbînîkirin ku sala bê carekê û sala 2027an jî careke din faîz were kêmkirin.

Di heman demê de herikîna pereyan a ji bo sindoqên hilberînê û hebûna daxwazeke xurt a bikarhêneran, pêşbîniyên ji bo çêbûna "kêmasiyê" di bazara zîv de xurt kirine.

Ji bilî vê yekê, sektora pîşesaziyê bi berdewamî hewcedarê zîv e.

Bi taybetî ji bo hilberîna enerjiya rojê, otomobîlên karebayî û binesaziya navendên daneyan (data center) ku ev jî piştgiriye ji bo hebûna bihayê madenê di asteke bilind de.

Li aliyê din, li bazara Londonê kirêkirin û deynkirina zîvê fîzîkî biha bûye.

Ev yek nîşan dide ku zext li ser bazarê heye û dabînkirina zîvê rastîn zehmet bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst