Kêmbûna aloziyan petrol biha kir

14-10-2025
RÛDAW
Nîşan Petrol Amerîka Çîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kêmbûna aloziyên di navbera Çîn û Amerîkayê de û îhtimala çareserkirina pirsgirêka hinartina kanzayên kêmpeyda, îro bihayê petrolê zêde kir.

Bihayê petrola brent 18 sentan zêde bû û bi 63 dolar û 50 sentan hat firotin.

Bihayê petrola Teksasê ya Amerîkayê jî 16 sentan zêde bû û bi 59 dolar û 65 sentan hat firotin.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku serokê Amerîkayê pêbend e ku di dawiya vê mehê de bi Serokê Çînê Xi Jinping re bicive.

Bessent her wiha piştrast kir ku wan di rojên borî de bi berpirsên Çînê re civînên cidî pêk anîne.

Çînê jî ragihand ku berî danîna astengiyên nû li ser hinartina kanzayên kêmpeyda, wan Amerîka agahdar kiriye.

Bazara petrolê di rojên borî de bi hişyarî çavdêriya pêwendiyên Çîn û Amerîkayê dikir.

Her derfeta ji bo çareserkirina pirsgirêka bazirganiyê bandoreke erênî li bazara petrolê dike.

Çînê hefteya borî ragihandibû ku her kompanyaya ku kanzayên kêmpeyda hinarde bike, pêwîst e destûreke taybet wergire.

Vê yekê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump hêrs kiribû û wî gotibû ku dê ji sedî 100 baca gumrikê li ser kelûpelên Çînî bisepîne.

Daniel Hynes ê ji Banka ANZê re diyar kir ku bazara petrolê bi lez bertek nîşanî bûyerên jeopolîtîk dide.

Li gorî planê, Trump û Xi Jinping dê di çarçoveya Lûtkeya Hevkariya Asya-Pasîfîkê (APEC) de bicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst