Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump baca gumrikê ya ji sedî 100î li ser Çînê sepand. Vê biryarê roja înê bihayê petrolê ji sedî 4 daxist.
Bihayê petrola Brent a Deryaya Bakur 2 dolar û 49 sentan daket û bermîlek bi 62 dolar û 73 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 2 dolar û 61 sentan daket û bermîlek bi 58 dolar û 90 sentan hat firotin.
Pêwendiyên di navbera Çîn û Amerîkayê de hêdî hêdî ber bi başbûnê ve diçûn lê aloziya dawî ya di navbera her du welatan de dikare bipêşketina aborî hêdî bike.
Ev yek jî daxwaza ji bo bikaranîna petrolê kêm dike.
Çînê hinardekirina metalên kêmpeyda ji bo Amerîkayê careke din sînordar kir. Ji ber vê yekê, Serokê Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Truth Socialê ragihand ku ew dê baca ji sedî 100î li ser berhemên Çînê bisepîne.
Serokê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Lipow Oil Associates Andy Lipow li ser mijarê got: "Dema ku bazar dibînin pêwendiyên Çîn û Amerîkayê xera dibin, ew pêşbînî dikin ku bipêşketina aborî dê dakeve.
Bi vê yekê re daxwaza ji bo bikaranîna petrolê jî kêm dibe."
Zêdekirina hilberîna petrolê ya ji aliyê OPEC Plusê, kêmbûna daxwazê û agirbesta li Xezeyê jî zextê li ser bihayê petrolê dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse