Li Almanyayê enflasyona salane derket ji sedî 2,4an

14-10-2025
Nîşan Almanya Enflasyon Zêdebûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê enflasyon di meha îlonê de ji ber bihabûna xwarin û xizmetan derket ji sedî 2,4an û ji armanca Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) dûr ket.

Ofîsa Federal a Statîstîkan a Almanyayê (Destatis) amarên dawî yên meha îlonê yên li ser guherîna bihayan weşandin.

Li gorî amaran, enflasyona salane ya ku meha tebaxê ji sedî 2,2 bû, meha îlonê bû ji sedî 2,4.

Bi vê yekê, enflasyona li Almanyayê îsal du mehaan li pey hev zêde bû.

Li ser bingeha mehane, enflasyon ji sedî 0,2 zêde bû.

Endeksa Bihayê Serfkaran (TUFE) a li gorî Yekîtiya Ewropayê jî di meha îlonê de li gorî meha borî ji sedî 0,2 û li ser bingeha salane jî ji sedî 2,4 zêde bû.

Seroka Destatisê Ruth Brandê got, "Rêjeya enflasyona salane ya ku ji destpêka salê ve dadiket, ji bo meha duyemîn li pey hev zêde bû.

Bihayê xizmetan ji rêjeya navînî zêdetir biha bû. Her wiha daketina bihayê enerjiyê jî nerm bû û li gorî berê kêmtir zext li enflasyonê kir."

Di heman demê de, li welêt zêdebûna salane ya bihayê xwarinê ji sedî 2,1 û ya xizmetan jî ji sedî 3,4 hat tomarkirin.

Hat destnîşankirin ku ev her du jî demek dirêj e diyarkerên sereke yên rêjeya enflasyonê ne.

Li gorî sala borî, meha îlonê bihayê fêkî ji sedî 5,1, yê berhemên şîr û hêkan ji sedî 3,6 û yê goşt û berhemên goşt jî ji sedî 3,2 zêde bû.

Xizmetên veguhastinê ji sedî 11,2, xizmetên tenduristiyê ji sedî 6,5 û kirê jî ji sedî 2 zêde bûn.

Li aliyê din, bihayê enerjiyê li welêt li ser bingeha salane ji sedî 0,7 daket.

Bihayê elektrîkê jî li gorî heman meha sala borî ji sedî 1,9 kêm bû.

Enflasyona salane ya ku enerjî û xwarinê li xwe nagire û wekî "enflasyona bingehîn" tê binavkirin, meha îlonê ji sedî 2,8 bû.

Kêmkirina faîzê ya ECByê

Balkêş e ku rêjeya enflasyona salane ya meha îlonê ya li aboriya herî mezin a Ewropayê, ji hedefa ji sedî 2 ya ECByê zêdetir e.

Ji aliyekî din ve, ECByê piştî ku ji Hezîrana 2024an ve 8 caran rêjeya faîza depozîtoyê li Herêma Ewroyê kêm kiribû, di mehên tîrmeh û îlonê de navber dabû kêmkirinê.

Rêjeya faîza depozîtoyê niha ji sedî 2 ye.

Civîna Lijneya Siyaseta Pereyan a ECByê ya ku dê 30ê Çiriya Pêşîn were lidarxistin, di rojeva veberhêneran de ye.

Tê payîn ku bank di vê civînê de faîzê neguhere çimkî enflasyon nêzîkî hedefê dibe.

Li Herêma Avroyê enflasyona salane ya ku tîrmehê ji sedî 2 bû, tebaxê derketibû ji sedî 2,1ê.

ECB ji bo ku aborî bi awayekî saxlem bixebite, hedefa enflasyonê ya ji sedî 2yan dişopîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst