BEXDA - Du kompanyayan li ser petrola li Hemrînê peymanek îmze kir

15-07-2025
Nîşan Petrol Hemrîn HKN Energy Kompanyaya Petrola Bakur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya petrolê ya Amerîkayê HKN Energy û Kompanyaya Petrola Bakur (Northern Oil Company) ji bo bipêşxistina Qada Petrolê ya Hemrînê peymanek îmze kir.

Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku di navbera Kompanyaya Amerîkayê HKN Energy û Kompanyaya Petrola Bakur a Îraqê de ji bo bipêşxistina Qada Petrolê ya Hemrînê peymanek hatiye îmzekirin.

Wezaretê da zanîn ku armanca peymanê ew e ku hilberîna rojane ya li qada Hemrînê derxînin 60 hezar bermîlan û ji gaza pêre ya li qadê ji bo santralên elektrîkê sûd were wergirtin.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxanî di daxuyaniyekê de diyar kir ku wezareta wî ji bo hevkariya bi kompanyayên bihêz ên Amerîka, welatên rojava û navneteweyî re vekirî ye.

Heyan Ebdulxenî got ku Qada Petrolê ya Hemrînê yek ji qadên berhemdar e û niha rojane di navbera 20 û 25 hezar bermîlan de hildiberîn çêdibe.

Ebdulxenî tekez kir ku armanca wezareta wî ew e ku hilberîna li qadê bigihîne 60 hezar bermîlan.

Her wiha tê plankirin ku rojane 45 heta 50 milyon sêca gaza xwezayî ji qadê were hilberandin.

Ev gaz dê ji bo dabînkirina sotemeniyê ji santralên hilberîna elektrîkê re were bikaranîn.

Karbidestê Karên Balyozxaneya Amerîkayê yê li Bexdayê Steven Fagin jî derbarê mijarê daxuyaniyek da û got, “Em dixwazin li gel Îraqê zêdetir kar û bazirganiyê bibînin.”

Alîkarê Serokê Kompanyaya HKN Energyê Matthew Zais jî derbarê peymanê de wiha got:

“Armanca me ew e ku em qadên Hemrînê bi kapasîteya wê ya tam bi pêş bixin, di vê pêvajoyê de ji sedî 80 ji hêza kar a Îraqî sûd werbigirin û beşdarî geşepêdana civakên herêmî yên li qadê bibin.”

HKN li Herêma Kurdistanê jî çalak e

HKN Energy yek ji wan kompanyayan e ku li Herêma Kurdistanê jî çalak e.

Ew li Qada Petrolê ya Sersingê ya li nahiyeya Çemankê ya navçeya Amêdiyê kar dike.

Îro serê sibehê derdora saet 07:00an li hemberî vê qadê êrişek pêk hat.

HKN xwediyê ji sedî 62yê parên  Qada Sersingê ye. Kompanyayê ragihand ku ji ber êrişê îro hilberîna li qadê hatiye rawestandin.

Kapasîteya hilberîna rojane ya Qada Sersingê 30 hezar bermîl e. Tê texmînkirin ku rezerva giştî ya qadê 70 milyon bermîl be.

Ji aliyê din ve, HKN yek ji kompanyayên sereke yên Yekîtiya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst