Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê beşeke ziyanên hefteya borî vegerandin û petrol îro piştî vebûna bazarên Asyayê biha bû.
Aloziyên têkildarî Venezuelayê û destdanîna ser keştiyên petrolê yên Venezuelayê ya ji aliyê Amerîkayê ve, bûye sedem ku li ser qutbûna firotina petrola Venezuelayê dilgiranî derkeve holê.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro 25 sentan bilind bû û bermîlek bi 61 dolar û 37 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî 23 sentan bilind bû û bi 57 dolar û 75 sentan hat firotin.
Bihayê petrolê hefteya borî bi rêjeya ji sedî 4 daketibû.
Hevî û nezelalî
Şîrovekarê şirketa şêwirmendiyê ya NLIyê Tsuyoshi Ueno li ser mijarê axivî û got:
"Bûyerên têkildarî egera agirbesta li Ukraynayê bandor li bihayê petrolê kirine lê hêviya gihiştina agirbestê rojekê mezin dibe û rojekê kêm dibe.
Xerabûna pêwendiyên navbera Amerîka û Venezuelayê û dilgiraniya ji nemana petrola wê ya li bazaran bûye sedema bilindbûna bihayên petrolê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse