Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê, hinartina petrola Îraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo Amerîkayê di çend rojan de 149 hezar bermîlan zêde bûye.
Li gorî daneyan, ji 28ê Çiriya Paşîn a 2025an heta 7ê Kanûna Pêşîn a 2025an, rojane 435 hezar bermîl petrol ji Îraq û Herêma Kurdistanê hatiye hinardekirin.
Di nîvê çiriya paşîn de ev hejmar rojane 378 hezar bermîl bû.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Ebdulsahib Hesnawî îro ji Rûdawê re got:
"Zêdebûna hinardeya petrolê ya ji bo 435 hezar bermîlan di rojê de ne ji ber guherîna kotayan an siyaseta bazarkirinê ye, lê belê ji ber zêdebûna barkirina çend barên petrolê ye di maweyeke kurt de."
Berdevkê Wezareta Petrolê ew îdia red kirin ku dibêjin Îraq bûye hinardekarê herî mezin ê duyem ê petrolê ji bo Amerîkayê û got:
"Axavtina li ser girtina rêza duyem ji aliyê Îraqê ve wêneyê rastîn nîşan nade."
Rûdaw: Sedema zêdebûna hinartina petrola Îraqê ya ji bo Amerîkayê ku hefteya borî rojane gihişt 435 hezar bermîlan çi bû?
Ebdulsahib Hesnawî: Ew zêdebûna ku di hinardeya petrola Îraqê ya ji bo Amerîkayê de di wê hefteyê de derketiye, ne pêwendîdarî guherîna pişkan an siyaseta bazarkirinê ye. Sedem kombûna pêvajoya barkirina çend barên petrolê ye di demek kurt de. Ev jî encama sedemên lojîstîk e ku bi xişteya veguhastinê, pêdiviyên rafîneyan û rewşa benderan ve girêdayî ye. Ev hevdemhatina demkî dibe ku wisa nîşan bide ku hinarde heftane zêde bûye, lê di rastiyê de qebareya hinardeya rastîn a mehane di çarçoveya asta asayî de dimîne.
Rûdaw: Ew faktor çi ne ku alîkariya Îraqê kirine da ku bigihîje rêza duyem di nav hinardekarên herî mezin ên petrolê ji bo Amerîkayê?
Ebdulsahib Hesnawî: Eger mirov li gorî nîşaneyên cîgir ên mehane û demsalî binirxîne, axavtina li ser girtina rêza duyem ji aliyê Îraqê ve wêneyê rastîn nîşan nade. Daneyên demsalî yên aliyên pispor ên wekî (Kpler) nîşan didin ku Îraq di çaryeka dawî ya sala 2025an de di rêza heştemîn a hinardekarên petrola xam a ji bo bazara Amerîkayê de ye, bi navîniya nêzîkî 3 milyon bermîlan di mehê de. Her wiha, daneyên dawî yên Îdareya Zanyariyên Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA) yên tîrmeha 2025an nîşan didin ku Îraq di rêza heftemîn de ye. Derketina li rêzên pêş di hinek raporên heftane de tenê ji ber kombûna gihiştina baran e di maweyeke kurt de û demkî ye.
Rûdaw: Gelo hûn pêşbînî dikin ku Îraq di rêza duyem a hinardekarên herî mezin ên petrolê ji bo Amerîkayê de bimîne?
Ebdulsahib Hesnawî: Em pêşbînî dikin ku Îraq li ser dabînkirina petrola xam ji bo kompanyayên Amerîkî di çarçoveya siyaseta bazarkirinê ya pesendkirî de berdewam be, mîna bazarên Asya û Ewropayê. Ev jî bi armanca misogerkirina aramî û berdewamiya pêvajoya hinartinê û parastina samana welêt e, lê di çarçoveya heman asta pesendkirî ya îsal de.
Rûdaw: Gelo ev zêdebûn nîşaneya arasteyeke stratejîk a nû ye ber bi bazara Amerîkayê ve?
Ebdulsahib Hesnawî: Wekî me berê jî amaje pê kir, ev zêdebûna heftane ne nîşaneya arasteyeke stratejîk a nû ye. Stratejiya Kompanyaya Bazarkirina Petrolê ya Îraqê (SOMO) her li ser bingeha curbicurkirina bazaran û parastina hevsengiya wan dimîne, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên welêt bike.
Rûdaw: Zêdebûna hinartina Îraqê dê çawa bandorê li ser pêwendiyên aborî yên navbera Bexda û Washingtonê bike?
Ebdulsahib Hesnawî: Hinartina petrola Îraqê bo bazara Amerîkayê û aramiya wê, dikare bibe alîkar di bihêzkirina pêwendiyên bazirganî û aborî de bi rêya sektora enerjiyê. Ji bilî wê yekê ku han dide kompanyayên Amerîkî da ku li Îraqê veberhênanê bikin û beşdarî projeyên stratejîk ên sektora petrolê bibin ku ev jî bandoreke erênî li ser bipêşketina aborî û veguhastina teknolojiyê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse