Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Kompanyaya Firotina Petrola Îraqê (SOMO) ragihand ku wan peyman û pabendiyên xwe yên bi hemû kompanyayên ku petrola Herêma Kurdistanê dikirin re temam kirine.
Birê Giştî yê SOMOyê Elî Şetrî wiha got, “Divê hikûmeta federal, hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên hilberîner ên petrolê mekanîzmaya bicihanîna yasaya budceyê temam bikin.
Di vê mijarê de têgihiştineke baş çêbûye.”
Elî Şetrî diyar kir ku ji bo lihevkirina bi Tirkiyeyê re jî hewl didomin û got:
“Ji bo ku bigihîjin lihevkirina dawî ya ku rê bide hinartina petrolê ya bi rêya Bendera Ceyhanê, hewl didomin.”
Ji bo her bermîlekê 16 dolar
Li gorî yasaya budceya giştî ya Îraqê, ji bo her bermîleke petrolê ya ku ji Herêma Kurdistanê ji bo hinartinê tê derxistin û veguhastin, bi awayekî demkî 16 dolar hatiye diyarkirin.
Piştre, ji aliyê şîrketeke şêwirmendiyê ve dê li gorî her zeviyekê mesrefên rastîn bên diyarkirin.
Petrol niha tenê di bazara navxweyî de tê bikaranîn
Birêvebirê Giştî yê SOMOyê ji medyaya fermî ya Îraqê re wiha got:
“Niha petrola ku li Herêma Kurdistanê tê hilberîn nayê hinartin, tenê di bazara navxweyî de tê bikaranîn.
Em jî li gorî yasaya budceyê tevdigerin, miqdara zêde dê ji bo hinartinê were şandin.”
Hinartina petrola Herêma Kurdistanê ku rojane nêzîkî 400 hezar bermîl bû, ji sala 2023yan ve bi biryara dadgeheke navneteweyî hatiye rawestandin.
Çavkaniyeke stratejîk a ji bo bazara Ewropayê
Alî Şetrî got, “Destpêkirina ducare ya hinartina petrola Herêma Kurdistanê dê rola Îraqê ya wekî çavkaniya sereke ya hinartinê ya li bazara Ewropayê vegerîne.
Bi taybetî jî di bin siya krîza Rûsya-Ewropayê û kêmbûna hinartina enerjiya Rûsyayê de. Kalîteya petrola Îraqê dişibe ya petrola Rûsyayê.”
Peyman di navbera hikûmeta Kurdistanê û kompanyayan de ne
Birêvebirê Giştî yê SOMOyê got, “Kompanyaya me ji Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistanê ti petrol wernegirtiye.
Peymana di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên petrolê de wekî xwe berdewam dike.”
Şertê Bexdayê: 230 hezar bermîl
Yek ji şertên bingehîn ên ku Bexdayê ji bo domandina dayîna mûçeyan daniye, destpêkirina ducare ya hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ye.
Ev rêje rojane wekî 230 hezar bermîl hatiye diyarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse