Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Hinartina Başûrrojhilatê Anadoluyê (GAÎB) ragihand ki îsal ji Bakurê Kurdistanê bi bihayê nêzîkî milyar dolaran berhemên dexlûdan hatine hinartin
Hinardeya ji bo bazara Îraq û Herêma Kurdistanê kêm bûye lê dîsa dahata giştî li gorî sala borî zêde bûye.
Dahat zêde bû
Li gorî amarên GAÎBê, bajarên endamên yekîtiyê îsal 3 milyon û 537 hezar û 437 ton berhemên dexlûdan hinartiyê kirine.
Hat diyarkirin ku dahata ji berhemên dexlûdanê li gorî heman heyama sala borî ji sedî 4,6 zêde bûye lê di rêjeya hinartinê de ji sedî 3,4 kêmbûnek çêbûye.
Di nav berhemên hinartî de herî zêde bi 499 milyon û 927 hezar dolaran meqarne û bi 489 milyon û 501 hezar dolaran jî rûnê gulberojan hatiye hinartin.
"Hinardeya ji bo Îraqê ji sedî 14,7 daketiye"
Serokê Yekîtiya Hinardekarên Dexlûdan û Beqliyatan a Başûrrojhilatê Anadoluyê (Bakurê Kurdistanê) Celal Kadioglu amaje bi kêmbûna hinardeya ji bo bazara Îraq û Herêma Kurdistanê kir û got ku ev rêje ji sedî 14,7 daketiye.
Celal Kadioglu sedema vê yekê wiha anî ziman:
“Îraq dixwaze pîşesaziya xwe biparêze û ji ber vê yekê hawirdekirina ardê genim sînordar kir.
Ji ber kiryarên Îraqê û astengî û kotayên ku danîne, pîşesaziya me ya ku salên dirêj ji bo wê derê hilberîn kiribû, neçar ma ku hilberîna xwe kêm bike.
Bi taybetî li Mêrdînê û navendên girîng ên Dîlok û Amedê hilberîna hinek kargehan bi awayekî cidî rawestiya.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse