Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zêr zêde neguherî û ons bi nêzîkî 4080 dolarî tê firotin.
Bazirgan li benda daxuyanî û amarên zêdetir in da ku zanibin ka Banka Federal a Amerîkayê dê meha pêşiya me rêjeya faîzê kêm bike an wekî xwe bihêle.
Onsek zêr piştî vebûna bazarên Asyayê bi nêzîkî 4080 dolarî tê firotin.
Onsa zêr di peymanên paşerojê de jî bi 4085 dolaran e.
Hefteya borî di roja dawî ya bazaran de zexteke mezin a firotinê li ser bihayê zêr hebû.
Şîrovekarê kompanyaya şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tîm Watêrer li ser vê mijarê ragihand:
"Daketina zêde ya bihayê zêr a roja înê bûye sedem ku hinek bazirgan îro berê xwe bidin kirîna zêr."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse