Onsa zêr dîsa nêzîkî 3700 dolarî bû

22-09-2025
Nîşan Zêr Ons Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onseke zêr vê hefteyê roja yekem a vebûna bazarên cîhanê bilind bû û karî asta xwe ya bilind a hefteyên borî biparêze.

Piştî vebûna bazarên Asyayê, onseke zêr bi rêjeya ji sedî 0,2 biha bû û bi 3690 dolarî tê firotin.

Di peymanên paşerojê de jî onseke zêr bi 3727 dolaran tê firotin.

Li bazaran wisa tê bawerkirin ku zêr bi gelemperî digihîje wî nirxê ku ji bo dan û standinên paşerojê hatiye danîn.

Vê hefteyê dê gelek berpirsên Banka Navendî ya Amerîkayê di çalakiyên cuda de biaxivin û ew dê bandorê li ser bihayê zêr bikin.

Hêviya bazirganan a ji bo berdewamiya kêmkirina faîza bankê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve sedema bihabûna zêr e.

Analîstê şirketa şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê mijarê ragihand:

"Bihayê zêr vegeriyaye nêzîkî asta 3700 dolarî û eger amarên aborî yên Amerîkayê bibin piştgir ji bo kêmkirina faîza bankê bilindbûn dê berdewam bikin."

Wî analîstî diyar kir ku bazar li benda belavbûna amarên enflasyonê ye ku dê roja înê bên belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst