Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onseke zêr îro 20 dolarî bilind bû û gihişt 3 hezar û 952 dolaran.
Bihayê onseke zêr doh ji nêzîkî 4 hezar dolaran heta bi 3 hezar û 928 dolaran daketibû.
Sedemên sereke yên daketina bihayê zêr, bihabûna dolar û nezelaliya siyaseta diravî û rêjeya faîzê ya meha bê ya Amerîkayê ne.
Bihayê dolar li hemberî şeş pereyên sereke yên cîhanê gihişt 100,25 puanan ku ev asta herî bilind a dolar a di çar mehên borî de ye.
Bihabûna dolar wiha dike ku zêr ji bo wan bazirganên ku xwedî pereyên din in bihatir bibe.
Birêvebirê Beşa Kanzayan a Saziya High Ridge Futuresê David Meger got:
"Her çend em dibînin ku dolar astên nû yên bilindbûnê tomar dike û bandoreke neyînî li ser bazara zêr kiriye jî beşek ji sedema bihabûna dolar û daketina zêr ew e ku li Amerîkayê îhtimala daketina rêjeya faîzê kêm bûye."
Ji aliyekî din ve, bazirgan li benda amarên bazara kar a Amerîkayê ne ku dê îro êvarî bên belavkirin û dibe ku bandorê li ser bihayan bikin.
Her wiha bihayê zîv jî 49 sentan bilind bû û ons bi 47,65 dolaran e.
Onsa zîv doh ji 48,80 dolaran daketibû 46,90 dolaran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse