Benzîn dîsa hat bihakirin

18-01-2025
RÛDAW
Nîşan Benzîn Bihakirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê benzîn ji îro û pê ve 91 kuruşan hat bihakirin û lîtreyek benzîn dê bi 45,32 lîreyên Tirkî were firotin.

Piştî serê salê di meha yekem de cara sêyemîn e ku sotemenî tê bihakirin.

Sala 2025an zêdebûna bacê û daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramberî diravên biyanî bandor li nirxê sotemeniyê jî kiriye.

Nirxê benzînê ji îro û pê ve 91 kuruşan hat zêdekirin û li Stenbolê lîtreyek benzîn dê bi 45,32 lîreyan bê firotin.

Her wiha li Enqereyê jî lîtreyek benzîn derdikeve 45,82 lîreyan.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jî lîtreyek benzîn dibe 47,98 lîreyên Tirkî.

1ê mehê baca xerciya taybet (OTV) ji sedî 6 hatibû zêdekirin û piştî wê di heman hefteyê de benzîn jî 1,27 lîre hatibû bihakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst