Li Tirkiyeyê kirîna xaniyan ji aliyê biyaniyan ve kêm bûye

21-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Xanî Biyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê kirîna xaniyan ji aliyê biyaniyan ve kêm bûye.

Bi taybet piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê kirîna xaniyan li hinek bajarên mezin ên wekî Stenbolê gelekî kêm bûye.

Ji ber ku kesên biyanî bi kirîna mal û milkan dikarin nasnemeya Tirkiyeyê wergirin, di van salê dawiyê de li wî welatî hêjmara kesên ku xanî û erd dikirîn gelekî zêde bubû.

Bi taybet ji ber koçberên berê xwe didin Tirkiyeyê û piştî şerê Ukrayna û Rûsyayê kireya xaniyan zêde bibû bû û xanî jî biha bûbûn.

Kanûna Paşîn a 2022an li seranserî Tirkiyeyê 6 hezar û 300 xanî hatibûn firotin lê piştî erdhejên sibata îsal yên li Mereşê êdî kirîn kêmbû û biha jî hêdî hêdî daketin.

Li gorî daneyên Saziya Amaran ya Tirkiyeyê (TUIK) firotina xaniyan ya ji bo biyaniyan meha Kanûna Paşîn  ya îsal  ji sedî 0,6 kêm bûye.

Mehên din jî bi vî awayî ne:

Meha Sibatê de ji sedî 27 kêm bûye

Meha  Adarê de ji sedî 38,7 kêm bûye

Meha Nîsanê jis edî 60,3 kêm bûye

Meha Gulanê ji sedî 46,9 kêm bûye

Meha Hezîranê ji sedî 69,6 kêm bûye

Meha Tîrmehê ji sedî 28,9 kêm bûye

Meha Tebaxê û Îlonê jî ji sedî 42 firotina xaniyan kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst