Şêwirmendê Sûdanî: Me û Hewlêrê hîn derbarê Rêya Bipêşketinê li hev nekiriye

3 demjimêr berê
Nîşan Rêya Bipêşketinê Hewlêr Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Nasir Esedî diyar kir ku gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê yên li ser Rêya Bipêşketinê berdewam dikin û ew hîn negihiştine lihevkirinekê.

Rêya Bipêşketinê hezar û 187 kîlometre ye, ji Bendera Fawê ya Besreyê dest pê dike û heta sînorê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê diçe.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Kar û Barên Veguhastin û Rêya Bipêşketinê Nasir Esedî ji Rûdawê re ragihand, diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Rêya Bipêşketinê berdewam dike û ew heta niha negihiştine rêkeftina dawî û got:

"Bi izna Xwedê em dê di dawiyê de bigihin rêkeftinê û em geşbîn in."

Tenê 12 kîlometre di Herêma Kurdistanê re derbas dibin

Li gorî nexşeya projeyê ya ku sala 2024an ji aliyê Encumena Parêzgeha Nînowayê ve hat pesendkirin û bi destê Tora Medyayî ya Rûdawê ketiye, tenê 12 kîlometreyên wê rêyê di sînorê Herêma Kurdistanê re derbas dibin.

Ew beş jî li sînorê Pêşabûrê yê Zaxoyê ye.

Wate li gorî nexşeya niha, kêmtirî ji sedî 1ê rêyê di axa Herêma Kurdistanê re derbas dibe.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê amaje pê kir ku dîzayna xeta hesinî ya rêyê û rêya bejahî ya bilez temam bûye û tenê pesendkirina dawî maye.

Wî diyar kir ku piştî pesendkirina projeyê qonaxa îhaleyê dest pê dike.

Di nexşeyê de xuya dibe ku 317 kîlometreyên Rêya Bipêşketinê di parêzgeha Nînowayê re derbas dibe.

Mesrefê projeyê 17 milyar dolar e

Li gorî gotina Nasir Esedî, heta niha çend kompanyayên navneteweyî daxwazname pêşkêş kirine ku di nav wan de kompanyayên Amerîka, Ewropa, Tirkiye, Qeter, Îmarat, Siûdî û Umanê hene.

Esedî da zanîn ku şêwirmendê projeyê Amerîkayî ye.

Mesrefê projeyê 17 milyar dolar e û hikûmeta Îraqê dixwaze li gel xetê, boriya veguhastina enerjiyê jî hebe û sala 2050yî temam bibe.

Tê pêşbînîkirin ku dahata wê ya salane bigihe 4 milyar dolaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst